Divê kabîneya mafya biçe

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:50

Li Başûr ev 2 meh in mûçe nayên danîn û ji ber vê rewşa gel xirab bûye. Başûriyan diyar kirin ‘’kabîneya mafyayî’’ xwelî bi jiyana wan de kiriye û ew ê di hilbijartinê de tola xwe hilînin

Ev bi qasî 2 mehan e Hikûmeta dembihurî ya Herêma Kurdistanê mûçeyan nade û ji ber vê sedemê rewşa debarê ya gelê Başûr kambax bûye. Welatiyên herêma Seyîdsadiq diyar kirin hîç ne di xema hikûmetê de ye bê ka gel di çi halî de ye 3u gotin,’’Vê kabîneyê xwelî bi jiyana xelkê de kriye, divê xelk di hilbijartinê de tola xwe hilîne.’’

Li gel ku Bexdayê ev 15 roj in pere şandine jî ev pere bi fermana Mesrûr Barzanî hatiye desteserkirin û nayê belavkirin. Dijî nedana mûçe roj bi roj nerazîbûn berfirehtir dibe. Welatiyên navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê derbarê mijarê de ji Rojnewsê re re axivîn.

Nikarin kîlok bacan bikirin

Merîwan Ehmed ku li bazara Seyîdsadiq kasibkar e, dibêje; “Ji ber ku mûçe nayê belavkirin, rewşa xelkê gelek xirabe, hinek kes tên dikanê û nikarin kêloyek bacan bikirin. Hikumetê ti jiyan ji bo xelkê nehiştiye. Beriya niha me rojane bi bihayê 500 hezar dînar tişt difirot, lê niha rojane bi bihayê 100 hezar jî naçin, sedema vê jî desthilat û berpirsên herêmê ye.”

Divê gel xwe berdê meydanê

Welatiyê bi navê Celal Ehmed jî ku xanenişîn e, diyarkir ku 6 meh in ti mûçe nehatiye belavkirin, rewşa karmendan bi temamî xirabe û ev hikumet xelkê nafikire. Celal di dewamê de got; “Milet jî ditirse, eger ne wiha ba wê ev hikumet neba. Pêwîst e bi rêya hilbijartinê tol ji vê hikumetê were hilanîn. Ne belavkirina mûçe, tê wateya kuştina xelkê, mafê me tê xwarin û em li malên xwe rûniştine. Lê gel dikare dakeve kolanan û rê nede ev bê mafî were kirin.”

Kabîneya talankirinê

Di dawiyê de jî karmendê bi navê Nesredîn Mihemed axivî û got; “Hinek kesên ku nas dikim hene, zarokên wan ji ber nebûna goştê mirîşkek digirîn. Divê ev hikumet ku kes jê heznake êdî biçit, ji ber ku vê hikumet tenê jiyana xelkê xirab kiriye. Ev kabîna ya talankirinê ye, ji aliyê çend mafyayan ve tê birêvebirin, divê kes di hilbijartinê de deng nede wan û tola xwe hilînin.”

ROJNEWS/SEYÎDSADIQ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.