Qelûn û destikên kêran yên Mam Yûsif

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Hezîran 2022 - 21:03

  • Mam Yûsif Qasim, ev 32 sal in ku bê navber bi hunerê destan re mijûl e. Wî çandeke resen a berê parastiye û heta îro aniye. 

SITÎ ROZ / ROJNEWS/ŞENGAL

Mam Yûsif Qasim, ev 32 sal in ku bê navber bi hunerê destan re mijûl e. Wî çandeke resen a berê parastiye û heta îro aniye. Bi çend amûrên piçûk û kevnar ji texteyan qelûn û destikên kêran çêdike. Mam Yusif dibêje: “Ji salên 90’î ve ez vî karî dikim. Ez bi vî karî xwe rehet hîs dikim û dema xwe bi çêkirina van destik û qelûnan derbas dikim.”

Mam Yûsif bi xwe 52 salî ye û li li gundê Kolka yê çiyayên Şengalê dimîne. Mam Yûsif piştî fermanê jiyana xwe bi keda destê xwe ji nûve ava kiriye. Kesên derûdorê ji karên wî hez dikin. Ked û hunerê wî bala me jî kişand û me xwest em wî nas bikin. Dema em çûn serdana wî, li ber destê wî karek hebû û darikek dixeritand û di ber re ji me re got, “Ev karê ku niha dikim karekî gelek kevnar e. Ji ber pêşketina amûrên nû yên hêsan, kîm kes êdî bi van malzemeyan kar dikin. Kes xwe nade ber karên wiha. Ev kar min rehet dike, ez jî bi vî awayî diyariyan çêdikim ji hevalên xwe re.”

Mam Yûsif bi xwe behsa amûrên li ber destê xwe dike: “Navê vê amûrê mengene ye. Mengene têxteyên ku li ser dixebitim, dijidîne û nahêle bileqe. Her wiha miberdên min ji hene ku ez bi wan texteyan nerm û rast dikim. Bi tevşo jî şiklên nû çêdikim li ser texte. Wekî din li gorî pêdiviyan ez mezrefe jî bi kar tînim.”

Berê di çanda Kurdan de qelûn û darçixare girîng bûn û gelek kesan cixare bê darçixare ne dibir ber lêva xwe. Lê îro tenê kalemêr bi kar tînin, ew jî ji ber ku destê wan diricife û baş nikarin bi cixarê bigirin qelûnê tercîh dikin. Jixwe, Mam Yûsif jî dibêje, tenê niha bala kalemêran dikişînin ev qelûn. Mam Yûsif rojê du sê saetan bi vî kari re mijûl e. Hêri zêde qelûn û destikên kêran çêdike. Ji bo qelûn û destikekî dikare 2 saetan mijûl bibe. Ji bo qelûnan dibêje, ew karekî gelek zehmet e, lê ew dîsa jî ji kesên dixwazin re çêdike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.