Polêsên Tirk dîsa komkujer parastin

Duşem 11 Cotmeh 2021 - 01:38

Di salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li ber Gara Enqereyê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Lê belê polêsên dewleta Tirk êriş bir ser bibîranînê û gelek kes kirin nezaretê. 

Di savelgera Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de, li ber Gara Enqereyê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Ev komkujî bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê hatibû li darxistin û tê de 104 kes hatibûn kuştin. Pirraniya van kesan jî Kurd bûn. Lê belê polêsan xwest vê çalakiya bibîranînê asteng bikin. 

Çav li rê bû ku çalakî doh saet di 10:04´an de  bi rêzgirtinê dest pê bike. Yanî tam di wê kêliya êrişê de 104 şehîd wê bihatana bibîranîn.  Lê li pêşiya Gara Enqereyê bi sedan polês hebûn û wan dor li avahiyê girtibû.

Polêsan rahiştibû lîsteyekê û qaşo destûr didan tenê malbatên şehîdên komkujiyê. wan got, ew destûrê nedin ti kesa din ku tevklî çalakiya bibîranînê bibin. Koma ji 30 kesan li ber vê yekê rabû û xwest xwe bigihîne Xaçerêya Ûlaştirmayê. Polêsan êriş bir ser komê û gelek kes bi erdê re kaş kirin û kirin nezaretê. 

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.