- Mala Çavdêriyê ya Myanmar Witnessê diyar kir ku li Myanmarê zarok û jin jî di nav de 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatine şewitandin.
Mala Çavdêriyê ya Myanmar Witnessê diyar kir ku li Myanmarê zarok û jin jî di nav de 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatine şewitandin.
Li gorî Myanmar Witnessê komkujî di 24’ê Kanûnê de li ser rêya kantona Hprûso ya li eyaleta Kayahê pêk hat. Mala Çavdêriyê got “Li kantona Hprûsoyê di 24’ê Kanûnê de leşkeran zarok û jin jî di nav de 35 kes şewitandine.”
Hêzên Parastina Gel a bi navê PDF’ê ya li dijî darbeya leşkerî jî diyar kir ku wan herî kêm 27 cenaze dîtine.
Yek ji berdevkên cûntaya leşkerî Zaw Mîn Tûn diyar kir ku îna bihurî şer qewimiye û leşkeran hinek kes kuştine.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths jî diyar kir ku ji ber vê êrişa li dijî sivîlan ew gelekî şaş mane. Griffiths got, “Ez vê bûyera giran şermezar dikim û bang li rayedaran dikim da ku lêpirsîneke zelal û cîddî bidin destpêkirin.”
Rêxistina saziya civakî Save the Childrenê jî diyar kir du xebatkarên wan winda ne. Li gorî Komeleya Alîkariya Ji Bo Girtiyên Siyasî yên Herêmî di nava 10 mehan de 1300 kesên sivîl hatine kuştin. Li hemberî darbeyê Hêzên Parastina Gel (PDF) hate avakirin. PDF car caran derbên giran li artêşa Myanmarê dixe.
NAVENDA NÛÇEYAN