Komkujî ye û berpirs dewleta Tirk e

Duşem 22 Tebax 2022 - 21:45

  •  “Qezayên trafîkê, ne kêmî komkujiyekê ne û berpirsyarê vê komkujiyê jî AKP-MHP ye.”

KCK’ê diyar kir ku qezayên trafîkê yên li Dîlok û Dêrika Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê parçeyekî şerê li dijî Kurdan e: “Qezayên trafîkê, ne kêmî komkujiyekê ne û berpirsyarê vê komkujiyê jî AKP-MHP ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser qezayên trafîkê yên li Dîlok û Dêrikê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Ji ber qezayên trafîkê yên li Mêrdîn-Dêrikê û Dîlokê 35 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Rehma xwedê li miriyan be, serê xizmên wan, xelkê Mêrdîn û Dîlokê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Xwedê şîfa xêrê bide birîndaran dixwazin.”

KCK’ê got, ev qezayên trafîkê ne kêmî komkujiyekê ne, berpirsyar jî AKP-MHP ye: “Ev qezayên ku tê gotin ji ber xemsarî û bêkontrolê qewimîne, di rastiyê de parçeyek ji şerê li dijî Kurdan e. Xemsarî û bêkontrolî encameke şerê qirkirina Kurdan e. Lewma divê mirov van qezayên trafîkê weke komkujiyekê û hewldaneke bi zanebûn bibîne.

AKP-MHP dijminê xwezaya Kurdan e û tinekirina cografya Kurdistanê weke parçeyek ji qirkirin û şerê li dijî Kurdan dibîne. Talankirina darên li Şirnexê, parçeyek ji komkujiya Kurdan e. 

Ev komkujî jî di nav de berpirsyarê komkujiyên li dijî Kurdan hemûyan AKP-MHP ye, lewma nêzîkatî û helwestên şefên faşîst ên AKP-MHP’ê divê bêne redkirin, neyên qebûlkirin. Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî vê yekê hişyar be, şopdar be û ji bo rastiya dijminatiya li Kurdan a AKP-MHP’ê kifş bike, civakê bêhtir ronî bike.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.