Bûka komkujiya bêxwedî

Pêncşem 19 Tebax 2021 - 23:56

  • Beriya bi 5 salan, li Entabê teybek danîn devê derî ji bo hina Besna û Nurettin Akdogan. DAIŞ´ê êrişî hinê kir, 57 kes qetil kirin û 40 ji wan zarok bûn. Besna dibêje, ji ber ku heqrêya wan nebû, nekarîn biçin rûniştinên doza komkujiyê jî.

YILMAZ KAYA

Beriya bi 5 salan weke îro yanî 20´ê Tebaxa 2016´an, DAIŞ´ê li Entabê, li navçeya Şahînbey, li taxa Beybahçeyê li dijî şeva hinê ya Besna û Nurettin Akdogan êrişeke bi bombeya zindî kir. Di êrişê de 40 jê zarok 57 Kurdên li taxê jiyana xwe ji dest da. Di heman êrişê de 94 kes jî birîndar bûbûn.

Xelkê taxê bi pirranî ji navçeya Sêrtê Berwariyê koçber bûbûn. Gelek malbatên li kolana êriş lê pêk hatî û gelekên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dan, mala xwe bar kirin û çûn semt û bajarên din. Gelekên li taxê mayî bi xwe newêrin bipeyivin.

Êriş li dijî şeva hinê ya Besna Akdogan bû. Ew dibêje, ji hingê ve ew neçûye ti dawet û şahiyê, ji ber ku heqrêya wan jî nîne nikariya biçe doza li Qeyseriyê ya elaqedarî êrişê. Wê got, rayedaran soz jî dabû, lê heta niha ti kes li wan xwedî derneketiye. Piştî êrişê 9 endamên DAIŞ´ê hatin girtin û cezayê hepsê li wan hat birrîn.

Muxtarê taxê, Zubeyir Ozer dibêje, piştî êrişê gelek malbatan mala xwe bar kiriye. Li ser bûyerê kes li taxê naxwaze bipeyive û tiştekî ew bibêjin jî nîne. 

Her kesê min hez jê dikir hat kuştin

Jina ciwan a ku wê bibûya bûk, Besna Akdogan, piştî êrişê bi malbatî Entab bi cih hiştiye. Trawmaya bûyerê li ser ruh û bedana wê hê jî xwedî tesîreke mezin e. Ew tîne bîra xwe ku wan ti plan nekiribû ku şahiya hinê bikin. Hema welê malbata wê, xal û xaltîkên wê xwestine şahiyek hebe. Bi teybekê muzîk çêkirine: "Cîran û zarokên wan hatin û civiyan. Me kes venexwendibû. Ji ber ku jixwe dîtira rojê dawet hebû. Ez naxwazim ew kêlî bên bîra min. Di teqînê de min tevahiya wan mirovan ji dest da, ew mirovên min ji wan hez dikir. Min ew zarokên mirin hemû nas dikirin. Ji bo ew xizm û zarokên mirî neyên ber çavên min, bi malbatî me ji Entabê bar kir. Îro jî gava dawetekê dibînim, bi lez ji wir dûr dikevim. Ji hingê ve ez neçûme ti dawetê. Dawet komkujiyê tînin bîra min."

Kesî ti alîkarî bi me re nekir

Besnayê got, ji ber ku doza komkujiyê li Kayseriyê bû û heqrêya wan nebû, wê nekarî biçe yek rûniştina bi tenê ya dozê jî. Ew zehmetiya jiyanê ya piştî komkujiyê jî wiha terîf dike: "Ji bo em bijîn, bi xwişk û birayên xwe yên 9 û 11 salî re em li nav erdan xebitîn. Jinbira min a di komkujiyê de birîndar bû jî li cem min dimîne. Ev 5 sal in, tim û daim emeliyat dibe. Çavekî wê çû, nikare bimeşe. Mesrefên nexweşxaneyê, yên dermanan, heqrê, em hewl didin hemûyam bi rencberiya li nav erdan bidin. Ev sê sal in, divê çavê wê emeliyat bibe, lê 45 hezar lîreyan dixwazin. Em nikarin vî pereyî bidin."

Besna Akdoganê got, ji Weqfa Alîkariya Civakî û Diyanetê hin kes diçin serdana wan, "Tên, pirsa nav û paşnavên me dikin, wan dinivîsin, wêne digirin û paşê dibêjin, ka tiştek ji we re lazim e. Em ji wan re dibêjin, pêdiviya me bi alîkariyê heye, em nikarin mesrefên nexweşxaneyê bidin. Piştre careke din tên û eynî tiştî dikin. Weke ku henekê xwe bi me bikin.

Dewletê malbatên hin ji kesên jiyana xwe ji dest dane, xistine karên li şaredariyê. Ew jî ditirsin ku ji rojnameyan re bipeyivin, ditirsin ku meaşê wan bê qutkiriin. Me pirr êş kişand, lê em li ser piyên xwe ne. Heta mirinê ew kêliyên komkujiyê wê ji bîra min neçin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.