Qamişloyê bersiv da dagirkeran

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:19

  • Ji bo her sê şehîdên ji malabata Gulo, li Qamişloyê xwepêşandanek hat lidarxistin û peyama, "em ê xwedî li şerê şoreşgerî yî gel derkevin" dan dewleta Tirk. Birayê şehîd Yûsif Gulo, Ehmed Gulo jî got, "Em ê xwînê birijînin ji ber ku xaka Kurdistanê pîroz e û hêja ye ku xwîn li ser were rijandin".

Di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de pêr li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di wesayîtekê dabû de 3 welatî şehîd bûn. Doh ji bo rûreşkirina delweta Tirk û xwedîderketina li şehîdan di serî de li Qamişlo, li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakî hatin lidarxistin. Malbatê jî taziye qebûl kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi droneke bi sîleh li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê pêr li wesayîteke sivîlan da. Di encamê de 3 kes ji malbata Gulo şehîd bûn. Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm Gulo û Mehmûd Gulo di êrişê de şehîd bûn..

Têkildarê êrişê Hêzên Ewlekariya Hundir ragihand ku divê hêzên navnetewî yên garantor erkên xwe yên ji bo parastina aramiya herêmê bi cih bînin. 

Hêzên Ewlekariya Hundir got, "Dewleta Tirk tevahiya mîsaq û peymanên navneteweyî binpê dike û sûcan li dijî herêmên me pêk tîne.

Em diyar dikin ku em ê erkên xwe yên parastina şêniyên tevahiya herêman û parastina ewlehiya wan bi cih bînin.

Divê hêzên navneteweyî erkên xwe li hemberî mîsaq û peymanên ku ew garantorê parastina aramiya tevahiya herêmên me ne, bi cih bînin. Ji ber ku ev aramî encama gelek fedekariyên gelê me li dijî rêxistinên terorîst e."

Xwedî li şerê şoreşgerî yê gel derdikevin

Li dijî komkujiyê doh xelkê li Qamişloyê bi biryardariya "şerê gel ê şoreşgerî" xwepêşandaneke girseyî li dar xist. 

Bi hezaran kesî ji qada Şehîd Xebat berê xwe da mala malbata Gulo ya li taxa Hilêliyê. Xelkê Qamişloyê bi hêrseke mezin li ber êrişkarî û qirkeriya dewleta Tirk rabû.

Girseya gel wêneyên Yûsif Gulo, herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo hilda. Di dawiya meşê de bi dirûşma "Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gel ê şoreşgerî derkevin" pêk hat, daxuyaniyek hate dayin. Xelkê li dijî her cûre gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker helwêst û biryardariya têkoşînê nîşan da. Xelk piştre çû konê sersaxiyê. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Yûsif Gulo ya li taxa Hilêliyê ya li Qamişlo hatiye vedan.

Şehadet rêya ber bi azadiyê ve ye

Li cihê qebûlkirina sersaxiyê de, birayê şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo got, xeter li ser hebûna gelê Kurd heye û wiha peyivî: “Eger em li hemberî sûcên dewleta Tirk rêbazên xweparastinê bi pêş nexin, em ê nikaribin li hemberî vê xeterê bisekinin. Jiyana rojekê ya bi azadî, dike 100 salên koletiyê. Koletî ji bo gelan şerm e, divê em li ber xwe bidin.

Em ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan fêr bûn ku divê em di oxira ziman, xak û jiyana bi rûmet de her tişta xwe feda bikin, heta em ê cîgerên xwe jî bidin."

Îbrahîm Gulo got, ew ê berxwedanê bidomînin da ku destketiyên gelê Kurd biparêzin: “Em ê dev ji daxwazên xwe yên azadiyê neqerin. Şehadet rêya ber bi azadiyê ve ye.”

Ehmed Gulo jî birayê şehîd Yûsif Gulo ye. Wî got, gelê Kurd di pêvajoya serketinê de ye û wiha peyivî: “Li her parçeyê Kurdistanê keç û xortên me li hemberî dijminekî ku qanûn û exlaqê şer nas nake, şerê naskirina hebûn û nasnameyê dimeşînin. Ji bo em nebin nêçîra dijminên xwe, divê em li hember siyasetên qirkirinê ku li ser gel û pêkhateyên herêmê, hevgirtî bin. Em yek gavê paş ve navêjin. Em ê xwînê birijînin ji ber ku xaka Kurdistanê pîroz e û hêja ye ku xwîn li ser were rijandin."

Êriş li dijî tevahiya gelê Kurd e

Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê, Kenan Berekat jî got, malbata Gulo ji wan malbatan e ku hemû derfetên xwe xistine xizmeta doza gelê Kurd û wiha peyivî: “Beriya mehekê me serdana apê Yûsif Gulo kir, di serdanê de ji me re got `tevî êrişên Tirko em ê heta dawiyê li ber xwe bidin`. Moralê apê Yûsif pir pir bilind bû. Şehîd Yûsif Gulo bi roleke neteweyî ya mezin rabû.

Dewleta Tirk hebûna Kurdan nas nake û qebûl nake ku sîstemeke rêveberiya xweser bê avakirin. Ev êrişa ku duh pêk hat ne tenê li dijî malbatekê ye, di kesayeta hersê şehîdan de, gelê me hemû hedef e.”

Cenazeyên her sê şehîdan îro li li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasimeke girseyî tên oxirkirin. 

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.