Divê Rêber Apo azad bibe
Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:35

Jinên ji bajarê Qamişloyê dan zanîn ku pêkanîna aştî û demokrasiyê li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayiye û gotin:"Ger azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger nebe, aştî û demokrasî jî pêk nayê."
Hejmarek jinan ji bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parve kirin. Jinan diyar kirin ku edalet, wekhevî û aştiya rastîn bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê.
Girêdayî mijarê Şeha Hesarî ya ji bajarê Qamişloyê girêdayî xwe bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Rêbertî nasnameya me ye. Bi saya fikrê wî me karibû wekî jinên Kurd xwe bi pêş bixin û dîroka xwe bêhtir nas bikin. Wî ji bo pêkanîna guhartina bingehîn a li ser bingeha edalet û yasayê bang li hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û gelê Kurdistanê kir."
Şeha Hesarî têkildarî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo got: "Em dayikên aştiyê bang dikin ku demildestê Rêber Abdullah Ocalan berdin. Ji ber ku bêyî azadiya wî ne pêkan e edalet pêk were, ew dikare çareseriyên berfireh ji bo tevahî dozan pêşkêş bike."
Nîzam Nûrî Xelîl jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji destpêkê ve dixwaze aştî misoger bibe û banga wî gaveke girîng ber bi çareseriyê ve bû, lê dewleta Tirk hîna jî di pêkanînê de tu gavên pratîkî ber bi bicihanîna vê armancê ve neavêtine."
Nîzam Nûrî Xelîl diyar kir ku "Ger azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger nebe, aştî û demokrasî jî pêk nayê. Ji ber ku wî azadiya rastîn da jinan û rêya zanîn û zanistê li pêş wan vekir."
ANHA/QAMIŞLO/SÎMAV MEHMÛD













