Fermana li dijî Şengalê: 8 şehîd

Çarşem 18 Tebax 2021 - 23:55

  • Di êrişa  dewleta Tirk a pirrcarî ya li dijî nexweşxaneya Sikêniyê li Şengalê de dewleta Tirk fermana li dijî Şengalê dewam kir. MXDŞ´ê da zanîn ku di êrişê de 8 kes şehîd bûne.   

Di 4 êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker yên 17 Tebaxê li dijî Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê de, 3 xebatkarên tenduristiyê, bijîşkek û 4 şervanên YBŞ’ê yên nexweş, şehîd bûn. 4 kesên din jî birîndar bûn. Bi bombekirina nexweşxaneyê, qetilkirina şervanên nexweş û xebatkarên tenduristiyê, dewleta Tirk a dagirker, li sûcên xwe yên dema şer yeke din zêde kir û bi israr e ku qirkirina Êzîdiyan, fermana li dijî Şengalê bibe serî. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi israr e ku li ber xwe bide.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê van êrişên dewleta Tirk a dagirker yên pêr de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Bi daxuyaniyê

MXŞD´ê agahî li ser şehîd û birîndaran jî dan.

MXDŞ´ê got, “Di encama van êrişên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji doh (pêr) ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşxîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng bû. Bi giştî di encama êrişên doh yên li hemberî Nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kes şehîd bûn 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka Êzîdî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka Êzîdî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne.”

8 şehîdên Şengalê

Li gorî daxuyaniyê şehîdên êrişa li dijî nexweşxaneya Sikêniyê, ev in:
Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Şervanê YBŞ’ê
Xidir Şeref (Pîr Xidir), Şervanê YBŞ’ê
Ramî El Salim (Ronî), Şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê
Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar), Şervanê YBŞ’ê yê Ereb
Elî Reşo Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê
Sedo Îlyas Reşo, Xebatkarê Tenduristiyê
Hecî Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê
Muhlise Sîdar, Xebatkara Tenduristiyê - bijîşk

Ji bo kuştina herî zêde sivîlan

Dewleta Tirk di vê êrişa 17´ê Tebaxê ya li dijî nexweşxaneyê de taktîkeke şer a herî qirêj bi kar anîbû. Li ser hev 3 caran li heman deverê xistibû û her wiha kesên bi hewarê ve çûyî jî bombebaran kiribû. Ji ber wê hewar jî dereng mabû.

Pêr li cihê bûyerê, li ser navê rêveberiyê Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm axivî. Heso Îbrahîm bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê didomin, êrişan serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya Şengalê daye betalkirin. Wî rexneyên giran li dewleta Iraqê girtin û got, "Ev şermezariyek e ji dewleta Iraqê re. Ji ber ku nuqteyên wan 50 metreyan ji vê derê dûr in. Ew dewleta ku dibêje ez dewlet im û artêşa wê 50 metre nêzî vir be, lê êrîş çêbe, ev bêşerefiyeke mezin e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.