Komkujiya Hirarişê 

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 25 Hezîran 2021 - 03:57

  • Komkujiya Hirarişê: Beriya bi 28 salan 5 gundî qetil kirin û gundekî 100 xaneyî vala kirin.

FIRAZ BARAN

Salvegera komkujiya Hirarişê -hinek jî Herareş dibêjin - pêr bû. 23´yê Hezîrana 1993´yan artêşa Tirk bi 300 eskeran dor li gundê Hirarişê girt. Ev gund li Çiyayê Gabarê li nav sînorên navçeya Şirnexê Basa ye. Wê rojê eskeran 5 gundî qetil kirin û yek jî bi giranî birîndar kir. Piştre jî gund vala kirin. Xelkê gundê 100 xaneyî bi darê zorê ji cihûwarên xwe hatin kirin.

Em bi Abdurrahman Guler ê ji Hirarişê re li ser komkujiyê peyivîn: "Ji bo gundê me û Kurdistanê rojeke reş û tarî bû. Di rojekê de pênc mirovên me qetil kirin, xizmekî me bi giranî birîndar bû. Şehîdên me, birayê min Abdullah Guler, kurapê min Ahmet Guler, kurê keçapa min Sait Şen, gundiyê min Beşir Baskak bûn. Beşîr ciwan bû, nû zewicî bû."

Êşkence kirin û şewitandin

Di rapora Komeleya Kesên Xizmên wan Şehîd bûyî (YAKAY-DER) de li ser mijarê piştî bi salan ev agahî hebûn: "Êvara wê rojê, qederê 300 esker û cerdevanan bi ser gundê Hirareş de girt. Gundiyan hemûyan li baxçeyê dibistana gund berhev dikin. Gundî sê rojan li dibistanê tên ragirtin û dikevin ber lêpirsînê. Esker ji xelkê gund Omer Çetin, Ahmet Guler, Sait Şen, Beşir Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Guler -du Ahmet Guler in- bi xwe re dibin. Piştî bi çend rojan, esker tên gund ji bo ku dohnê çirayê bibin. Piştre malbata Omer Çetin cenazeyê wî yê şewitî kîlometroyekê nêzî gund, li cihekî kevirî yê li nêzî dibistana gund di bin keviran de veşartî dibîne. Êşkence lê hatiye kirin, hestûyên dest û lingên wî hatine şikandin û çavên wî hatine rijandin, dohnê çira pê de kirine û şewitandine. li heman cihî cenazeyê Ahmet Guler jî tê dîtin. Gundî cenazeyên herduyan bi hev re vedişêrin."

Ahmet Gulerek birîndar filitî

Yek ji Ahmet Guleran birîndar filitî. Tevî ku wî behsa bûyerê kir jî, kes ji ber bûyerê nehat dadgehkirin. Ahmet Guler di îfadeya xwe de digot, "Omer Çetin û Ahmet Guler ê hevnavê min nêzî gund qetil kirin. Piştre Sait Şen, Beşir Baskak, Abdullah Guler û ez birim nav zeviyên genim. Esker û cerdevanan got, ‘We alîkariya PKK´yiyan kir, qebûl bikin. Yan na em ê we bikujin’, me dîsa jî qebûl nekir. Em hemû avêtin nav çalekê. Gava ez rûniştî bûm, dengê teqeyê hat, pê re jî hevalên min bi ser min de gêr bûn. Di nava qîran de bombe jî avêtin. Gava ez hatim ser hişê xwe, ez çûm gund û min tişta qewimî ji wan re got."

Piştre malbat cenazeyan tînin û bi lez û bez, bêyî ku karibin wecîbeyên dînî bi cih bînin, li cihekî gund bi dizî vedişêrin. Ahmet Guler ê bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê 24 rojan derman dibe. Hin gule ji bedena wî derketin, lê di pişta wî de hîna guleyek heye. Milê wî yê rastê jî seqet maye. Lê tevî îfadeya Ahmet Guler jî ti kes ji ber dozê nehat dadgehkirin û heta ti doz jî nehat vekirin.

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.