Ka bîrdariya Komkujiya Simêlê!

Duşem 8 Tebax 2022 - 21:15

  • Di komkujiya mezin de qederê 3 hezar Sûryanî-Asûriyên deverê hatin qetilkirin, lê ne li Simêlê, ne jî li erdên nêzîkî wê ne muzexaneyek, ne jî bîrdariyek heye

Komkujiyeke mezin beriya bi 89 salan qewimî. Û gelek kesên jê filitîn xwe avêtin bextê Rojavayê Kurdistanê û li bi dehan gundên li dora çemê Xabûrê yên devera Til Temirê bi cih bûn. Asûrî-Suryaniyên ji ber komkujiya Simêlê ya 1933´yan filitî bûn ev. Ev komkujiya hanê Tebaxa sala 1933´yan bi rê ve çû û li dewr û bera Simêlê ya îro li Başûrê Kurdistanê, nêzîkî Dihokê pêk hat. 

Di komkujiya mezin de qederê 3 hezar Sûryanî-Asûriyên deverê hatin qetilkirin, lê ne li Simêlê, ne jî li erdên nêzîkî wê ne muzexaneyek, ne jî bîrdariyek heye. Hikûmeta Iraqê ya ku gelek komkujî û qirkirinên li dijî Kurdan û Şîiyan nas kirine, lê ev klomkujiya mezin a li ser navê hikûmeta Bexdayê ya hingê, hîna jî nas nekiriye. 

Artêşa Iraqê sala 1933´yan bi fermandariya kevne efserê artêşa Osmanî Bekir Sidqî êriş bire ser Simêlê û 60 gundên Asûrî-Suryaniyan ên li dewrûberê Simêlê. 

Asûrî-Suryaniyan hingê sîlehên xwe teslîm kirin û gotin ew dilsozê dewleta Iraqê ne. Lê artêşa Iraqê bi xiyanetê ew dan ber guleyên tivingên mekîneyî û singoyan. Hêzên çekdar ên Asûriyan dûr bûn, xwe negihandin hewarê. Serek û rûspiyên wan hatibûn sirgûnkirin. Herçî Ingilîz bûn, dilsoziya Asûrî-Suryaniyan bi xiyanetê xelat kiribûn. Ji bo xatrê petrola Iraqê wan ne tenê destûr da komkujiyê, lê dengê xwe jî paşê qet nekirin. 

Asûrî-Suryaniyên ji ber komkujiyê filitîn berê xwe ji Simêlê dan devera derdora Til Temirê. Ji ber wê li devera Xabûrê gundên Asûrî-Suryaniyan hene îro. 

89 salan piştî komkujiyê, îro jî bîrdariyek li Simêlê nîne. Nûnerên Asûrî - Suryaniyan ên di Parlamena Hewlêrê de jî ji ber berjewendiyên xwe û tirsa ji desthilata PDK´ê heta îro dozeke wiha nebirine ber parlamenê. Hestiyên bi hezaran qurbaniyên komkujiyê li giorên komî veşartî ne, lê ne hikûmeta Hewlêrê û ne jî ya Bexdayê, bîra bîrdariyekê nebiriye.

Metranê nû wê çi bike?

Niha awir li Metranê Dêra Rojhilat a Asûrî yê nû Mar Awa yê Sêyem in. Ev Metranê Dêra Katolîk, gelo wê, weke ku soz dabû, bike ku bîrdariyek bê avakirin li Simêlê?

Wî got, “Du armancên me hene. Ya pêşî ew e ku nabe em rabihuriya xwe ji bîr bikin. Kî rabihuriya xwe ji bîr bike ew ê şaşiyên xwe dubare bike. Yanî ne ku em di rabihuriyê de asê bimînin, lê em jê hîn bibin. Ya duyê jî divê em rêya xwe ya ber bi siberojê ve nas bikin da ku em ev neteweya kevin a van erdên pîroz mafên xwe cihê xwe û rûmeta xwe bi dest bixe.” 

Mar Awa bang li Asûrî - Suryaniyan kir da ku bi hev re û yekbûyî têbikoşin û xwe bi navlêkirinên cihê, eşîrî û partitiyê bilî nekin.

Mar Awa got, di demeke kurt de beriya salvegera bê ya komkujiya Simêlê, ew ê bîrdariyekê ava bikin.

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.