Divê herkes tevlî pêvajoyê bibe

Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:15

Partiya Yekitiya Suryan li Şamê gelek civîn li dar xistin û li Siweydayê bi taîfeya Durziyan re civiya. Hevserokê partiyê Senherîb Bersûm têkildarî gera xwe axivî. Li gorî Bersûm gelek sedemên serdanan hene; vekirina nivîsgeha partiyê, destpêkirina karê rêxistinî û siyasî li Şamê û got:"Di vê pêvajoyê de em dikarin hêdî hêdî xwe li herêmên cuda yên welêt berfireh bikin. Şam jî xala bingehîn a xebatên siyasî ye. Li Şamê tevgereke siyasî heye û tevahî hêzên siyasî yên li derve kar dikirin, niha li Şamê ne lewma bûye navendeke giraniya siyasî li Sûriyeyê. Li aliyekî din, em hewl didin partiya me di nava gelê me li Şamê de çalak bibe. Dûre em ê derbasî bajarên din bibin. Di serdanê de me nivîsgeheke partiyê vekir. Nivîsgeheke me li Himsê jî heye. Ji bo yekitiyê, hevdîtin û civînên bi pêkhateya suryan û xiristiyan re, di vê pêvajoyê de gelek girîng in."

Em partiyeke MSD’ê de ne

Bersûm destnîşan kir ku tevahî hêzên siyasî û partiyên pê re rûniştine, dixwazin Sûriye yek be, pêvajoya siyasî bi lez be, her kes tevlî vê pêvajoyê bibe, tevahiyan jî birêvebirina vê pêvajoyê ji aliyekê ve, red kir û destnîşan kir ku lidarxistina kongreya nîştimanî, bidestxistina hevbeşiya adil û rastîn gelekî girîng e û got herkes li benda kongreyeke cidî û durist e, ji bo ku derbasî pêvajoya veguhastinê bibin. Der barê serdana Siweydayê de, Bersûm wiha axivî:"Di rûniştina me li gel şêx Hikmet El Hecrî û hin kesayetên din de, me nêrînên xwe parve kirin. Hema bêje nêrînên me nêzî hev bûn. Nemaze di mijarên kêmnetewe, pirrengiyê û mafên pêkhateyan. Her wiha divê Sûriye li ser bingehên demokratîk, pirrengiyê, û nenavendîbûnê bê avakirin. Ev têgeh ji bo hemû sûriyeyiyan e."

Bersûm destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hevdîtin û civîn gelek girîng in. Bersûm di dawiyê de got:"Li gorî pêwîstiyê, em ê civîn û serdanên din çêkin. Di çarçoveya MSD’ê de amadekariyên çalakiyan tên kirin. Jê lidarxistina komxebateke şêwirê li Şamê di dema bê de." Partiya Yekitiya Suryan, yek ji partiyên MSD’ê ye. Têkiliya wê bi Hevalbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê û Hevalbendiya Demokratîk a Sûriyeyê re xurt e.

ANHA/SÎMA BIROKÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.