Jinên Suryan li her qadê ne!

În 27 Îlon 2024 - 00:58

Ji bo xweparastina jinên Suryan, bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Suryan di 30’ê Tebaxa 2015’an de li Hesekê û Çilaxa akademiyên girêdayê Meclisa Bet Nahren hatin avakirin. Jixwe wê salê Hêzên Bet Nahren a Jinên Suryan jî hate avakirin. Her wiha heta vê demê jî hêzên leşkerî yên Suryaniyan yek hêz bû. Lê belê di sala 2015’an de Hêzên Sotoro hate avakirin û di destpêka sala 2016’an de jî hêzên xwe yên ewlehiyê birêxistin kirin. Niha jî du saziyên ewlehiyê û du jî akademiyên leşkerî yên jinên Suryan hene ku girêdayî Meclisa Bet Nahren a li bajarê Dêrik û Hesekê ne. Têkildarî van mijaran Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Matle axivî. Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Matle da zanîn ku jinên Suryan xwedî çand û kevneşopiyeke pir kevnar in û wiha got:’’Jinên Suryan xwediyê gelek kevneşopiyên dêrin in û dikarin di hemû qadên civakê de cihê xwe bigirin. Têkildarî vê yekê gelek projeyên cûr bi cûr hatin pêşxistin. Jinên Suryan bi gelek zehmetî û êşkenceyan re rû bi rû mane. Lê belê piştî Şoreşa Rojava me xwe bi disiplîn kir. Ya ku herî zêde  em pê bandor bûne, sîstema Rêveberiya Xweser a hevserokatiyê ye. Me xwest ku em di hemû qadên civakê de cihê xwe bigirin û ji gelan re bidin zanîn ku vîna jinên Suryan jî nehatiye şikandin û wê hîn bêhtir xwe pêş bixe.”

Divê parastin bê xurt kirin

Îlham Matle da zanîn ku Yekîtiya Jinên Suryan bi gelek armancan hatiye avakirin û got:“Ev hemû proje ji bo pêşxistina aboriya jinan e. Di heman demê di nav van projeyên Yekîtiya Jinên Suryan de li Hesekê, Qamişlo û Çilaxa ji bo fêrkirina zarokan Baxçeyên Xwendinê hatin vekirin. Her wiha me gelek saziyên din ên civakî yên weke Meclisa Malbatên Şehîdan, Ciwanên Suryan û hwd. hene.’’ Îlham Matle di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi pêşengtiya Meclisa Bet Nahren, Yekîtiya Jinên Suryan li Sûriyeyê hate avakirin û di van projeyên de ku ji bo jinên ciwan tên lidarxistin xwedî roleke mezin e û got:’’Em dikarin di hemû qadên civakê de cih bigirin. Bila jin hemû xwe pêş bixin û di hemû xebatan de cihê xwe bigirin. Weke jinên Suryan hêviya me ew e ku em projeyên xwe zêdetir bikin, bi taybet jî di warê parastinê de.”

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.