- Komeleya Çandê ya Suryan bi sponseriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê li hola Mar Gebriyel a bajarê Qamişlo 5`emîn Festîvala Merdoso li dar xist.
Pêkhateya Suryan, partiyên suryan, saziyên civaka sivîl a Suryan, saziyên jinan û çandê yên suryan, rêveberên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê di festîvalê de hazir bûn.
Di destpêka festîvalê de Koma Zarokan berhemeke têkildarî nasnameya suryanî pêşandan.
Dûre berpirsê Komeleya Çandê ya Suryan a li Sûriyeyê Îbrahîm Admo axivî û got: “Em minetdarên şehîdan in. Festîval, nameya me ji her kesî re ye ku nasnameya me ji çewisandin û tunekirinê bi hêztir e. Ew bîr û nameya hezkirin û aştiyê ye.”
Piştre Koma Cihamîz a Zarokan stran bi zimanê suryanî pêşandan.
Dû wê, hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Firyal Colî di festîvalê de axivî û got: “Ez vê festîvalê li her kesî pîroz dikim. Ev festîval, kevnar e. Vejîna bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev cih, veguherî qadeke wisa ku pêkhateyên kurd, ereb, suryan, çerkes û turkmen bi hev re bijîn.”
Firyal destnîşan kir ku çanda pirreng dikare projeyeke demokratîk ava bike. Di festîvalê de, berhemên bi zimanê suryanî ji aliyê Koma Neûm Faêq, Komîteya El Ruha, navenda Toma Nehriyo, Koma Mermaya ya Folklorê, Koma Yersona ya Zarokan, Koma Zalîn, Koma Lamîta, berhemên xwe pêşandan. Hunermend Ferdî Lamariya Esmer stran û helbesteke helbestvanê nemir Mîşêl Fîlo û helbestvan Suhêl Denho helbestek xwend.
Di dawiya festîvalê de hunermendên ciwan Hovîk û Maykil bi stranên xwe beşdar coşandin ku li ber stranên wan govend gerandin. Gotina Merdoso li gorî zimanê suryanî “mîras e”, lewma her sal di çarçoveya parastina ziman û çanda suryanî li herêmê ji aliyê Komeleya Çandê ya Suryan tê lidarxistin. Festîval cara yekemîn sala 2021`an bû û piştî wê her sal tê lidarxistin.
Çaverê ye ku festîval sibe li hola Serdemê bi berhemên din bidome. ANHA/QAMIŞLO