Bi xelatkirinê bi dawî bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Îlon 2022 - 01:20

Festîvala Mardoso ya Çand û Hunerê Suryanî li Qamişloyê bi xelatkirina beşdaran ji aliyê rêveberiya Komeleya Suryan ve bi dawî bû. Festîvalê 3´tî Îlonê li Hesekê destpê kiribû û du rojan jî li Qamişloyê dewam kir.

Di roja dawîn a festîvalê de, Koma Koral a Neûm Fayiq, Koma Yersûsa ya Suryan, Koma Yarmaya berhemên xwe yên hunerî nîşan dan. Li rex wê jî nivîskar û helbestvanê Suryan û cihgirê Desteya Çand û Huner, Hena Hena hat bibîranîn.

Rêveberiya Çandê ya Suryan a Sûriyê, beşdarên festîvalê xelat kirin û her wiha kanala televizyonê Ronahî TV jî ji ber ku festîval şopand xelat kir. QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.