Bi rêya şanoyê komkujiya Seyfo bibîranîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 00:21

Ji bo bibîranîna komkujiyên Sêfo yên ku dewleta Osmanî pêk anîne, Komeleya Çandî ya Suryanî ya Sûriyeyê û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê şanoyek bi navê "Peyamek ji şehîdekî" li navenda komeleyê ya taxa Nasra ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist. 

Ji bo temaşekirina li şanoyê bi dehan şênî, metranê Epreşiya Cizîr û Firatê Mar Morîs Emsîh, akademîsyen, nivîskar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Komkujiyên Sêfo di navbera salên 1914 û 1920'an de ji aliyê dewleta Osmanî ve li dijî Aşûriyên Suryan hatin pêkanîn û wekî qirkirina komî tê naskirin.

Di serî se dîmenek li ser zehmetiyên gekê Ermen ên di destpêka sedsala 20'emîn de hat pêşandan. Piştre lîstik li ser rewşên kuştin, koçberkirin û êşkencekirina jin û oldarên Ermen ji aliyê Osmaniyan ve yên di şerê cîhanê yê yekemîn de, hatin pêşkêşkirin.

Lîstik ji aliyê endamên komeleyê ve hatin pêşkêşkirin.

Piştre kesên amade ber bi peykerê şehîdên komkujiya Ermenan a li nêzî navenda komeleyê ve bi hildana mûm û meşaleyan meşiyan.

ANHA/HESEKÊ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.