Dagirker êrişên xwe ranawestînin

În 14 Cotmeh 2022 - 02:30

Sotoro şehîdbûna endamekî xwe di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê ragihand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Sotoro ragihand ku endamekî wê di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê de li gundewarê Dêrikê şehîd bûye.

Sotoro got, “Endamê me Îbrahîm Besam Mîxaîl li gundewarê Dêrikê dema li ser erkê xwe bû di êrişa balafireke bêmivob a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Ev êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina hêza me, encama bêdengiya navneteweyî û hêzên garantorên agirbestê ye.

Em bi fedakariyên şehîdên xwe serbilind in û em ê li ser şopa wan bin. Em dîsa piştrast dikin ku em pabendî parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.