Cejna Ekîto yek ji kevntirîn cejnên mirovahiyê ye. Li gorî rojnameya Babiliyan ew destpêka sala nû ye û nîşana nûjenî û vejînê ye. Heta roja îro jî Suryan û Kildan wê cejnê pîroz dikin.
Cejna Ekîto (1'ê Nîsanê) ji kevntirîn cejnên mirovahiyê ye. Dîroka wê vedigere şaristaniyên kevn ên Mezopotamyayê yên Sumerî, Babilî û Aşûrî. Ekîto bi nûjeniya xwezayê, berhemdarî û destpêka sala nû ve girêdayî ye. Cejna Ekîto vedigere zêdetirî 4 hezar salên berê. Li Babîl û Aşûrê şahiyên bi boneya nûjeniya jiyanê di biharê de dihatin lidarxistin. Di cejnê de felsefeya şaristaniyên kevn ên ku bihar weke destpêka gera nû ya jiyanê didît, berz dibe. Merasîmên cejnê di perestgehan de dest pê dikir, bi taybetî perestgeha Merdox a Babilê. Di merasîman de xelkê merasîmên xwe yên ayînî, govend, şahî û meşên girseyî li dar xistin. Di şaristaniya Aşûrî de şahiyê 12 rojan dom dikir û tê de gelek merasîmên ayînî wekî meşan, pêşkêşkirina qurbaniyan ji bo xwedawendan û ji nû ve diyarkirina efsaneya afirîneriyê ya Babîlê hebûn. Ev cejn nîşana serkeftina sîstemê ya li hemberî tevliheviyê û nûbûna peymana di navbera xwedawend û mirovan de ye. Ji bo Suryanan cejna Ekîto ne tenê cejneke kulturî ye, ew beşeke sereke ya nasnameya wan a çandî, olî û neteweyî ye. Ji bo wan ew nîşana domdariyê û mayîna vî gelî tevî zehmetiyan dide. Ji ber wê jî ew pîrozkirina cejna Ekîto wekî parastina çandê û xurtkirina girêdana bi rehên xwe yên dîrokî ve dibînin.
Pirrengiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirrengiyeke çandî û olî ya mezin heye. Suryanên Aşûr ên Kildan jî beşeke sereke ya vê mozaîka civakî ne. Bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê re, derfetek ji bo van civakan hat peydakirin da ku bi azadî nasname û çanda xwe berz bikin û cejnên xwe pîroz bikin. Di dehsalên dawîn de Suryanên Aşûr ên Kildan li Sûriyeyê ji ber berzkirina nasnameya xwe ya çandî û olî rastî gelek zehmetiyan dihatin. Nexasim ku rejîma Baas qedexeyên giran avêtibûn ser şahiyên neteweyî. Ekîto jî bi merasîmên sînordar û bi awayekî ne aşkere dihat pîrozkirin. Lê belê îro, bi hebûna Rêveberiya Xweser re êdî Ekîto bi aşkereyî û bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê tê pîrozkirin. Li bajarên wekî Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Hesekê û Til Temirê cejna Ekîto bi berfirehî û beşdariyeke mezin tê pîrozkirin. Di şahiyan de beşdariya bi cilûbergên folklorî û alên neteweyî balkêş e. Her wiha di şahiyên li qadên giştî de jî govend û şanoyên li ser dîroka gelê Aşûrî û Kildanî tên pêşkêşkirin. Stranên folklorî beşeke sereke ya şahiyên cejnê ye. Di dêran de jî merasîmên ayînî tên lidarxistin ku tê de keşîş û metran banga aştiyê, jiyana hevbeş bi hemû pêkhateyên din re û hezkirinê dikin. Ji merasîmên balkêş ên malbatên Aşûrî amadekirina xwarinên kultûrî yên serdemên kevin e.
ANHA