Belgeyeke din a komkujiyan

Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:20

Di serî de Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Amed di salên 90’î de li bajarên Kurdistanê nêzî 5 hezar gund bi hinceta “ewlehiyê” ji hêla dewletê ve bi darê zorê hatin valakirin û şewitandin. Zêdetirî 500 hezar kes jî neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Her wiha li van herêman 17 hezar û 500 kes bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin. Gelek cînayetên ji hêla JÎTEM û hêzên tarî yên dewletê ve hatine kirin, nehatin ronîkirin. Hestiyên bi hezaran kesan di bîrên asîdê, gorên komî û di bin malên tê de hatibûn qetilkirin hatin veşartin. 

Cara ewil MA’yê weşand 

Yek ji gundên komkujî lê hatibû kirin jî gundê Arbo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye ku dikeve quntarê Çiyayê Bagokê. Ji serdema Osmaniyan heta roja me gund 3 caran hatiye valakirin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Li gund 7 dêr hene û ya herî mezin jî Mor Dîmet e. Di stargeha di bin Dêra Mor Dîmetê de bi sedan kilox û hestiyên mirovan derketin holê. Heta niha destûr nehatibû dayin ku tu kes bikeve hundirê stargehê û dîmenan bikişîne. Cara ewil, Ajansa Mezopotamyayê kete stargehê. 

Di bin dêrê de deriyeke hesin ê biçûk heye. Mirov ji vî deriyî têdikevin hundir. Bihurek, bi qasî mîtroyekê fireh û biqasî mîtro û nîv jî bilind de. Welatî, ji vê bihureke derbasî stargehê dibin. Stargeh tarî ye û pir bi sehm e. Bi rêya flaşên telefonan stargeh hate ronîkirin. Bi ronîkirina stargehê re li her derê kilox û hestiyên mirovan tên dîtin. Stargeh derdora 4-5 mîtroyan e û li her çar aliyên wê beşên biçûk ên tewî hene. Û di her beşekê de jî hestiyên mirovan ên li ser hev hatine komkirin hene. 

Gelo ji komkujiya Seyfo ye? 

Nehat zanîn ka ev hestî yên kîjan demê ne û yên kê ne. Lê ev dîmenên bisehm, rastiya gelên herêmê bi sala ye pê re rû bi rû mayî radixe ber çavan. Xelkê herêmê dibêje ku welatiyên ji ber komkujiyê reviyan xwe spartine vê derê û li vir bi komî hatine qetilkirin. Tê diyarkirin ku piraniya hestiyan ên zarok û jinan e. Hin welatî dibêjin ku ev hestî yên kesên di Komkujiya Seyfoyê de hatine qetilkirin e. Heta niha jî li vê dêrê tu xebat, lêkolîn û lêpirsîn nehatine kirin. Welatiyên gund ên Suryan jî ji ber tirsa komkujî û koçberkirinê naxwazin kesek bizane, bibihîse û bibîne. 

Gund 3 caran hate valakirin 

Beriya Komkujiya Seyfoyê ya di navbera salên 1914-1920’ê de, li gund nêzî 900 xanî hebûn. Lê belê piştî komkujiyê gund hate valakirin û xelkê gund jî hate koçberkirin. Gundê Arboyê herî dawî di salên 1990'î de bi hinceta “ewlehiyê” 3 caran hate valakirin. Her cara hate valakirin jî zirareke mezin gihişt dêrên gund. Gund, heta sala 2001’ê jî vala ma. Suryanên koçî welatên Ewropayê kiribûn, piştî sala 2001’ê gund jinûve ava kirin. Bi demê re 20 xanî hatin avakirin. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.