Pirtûka Medenî Ferho ya bi navê Seyfo- Gebro Îsa Zette Çelma vedibêje, ji weşanên YAY, li Stembolê derket.
Medenî Ferho dibêje kitêb xwe disipêre hevpeyvîna bi Gebro Îsa Zette Çelma re. Ev hevpeyvîn salên 1970´yî hatiye kirin. Gebro Îsa Zette Çelma, di dema fermana 1915´an de 12-13 salî bûye û ji şahidên fermana Seyfo ye.
Medenî Ferho dibêje, bantên qeydiya hevpeyvinê, sala 1980´yî ji aliyê polêsên Tirk ve hatine desteserkirin, lê destnîvîsên ji ber wan mabûn. Axir, Medenî Ferho piştî ewqas salan, destnivîsên li ber bantê nivîsîbûn û li Stembolê veşartibûn, derxistin holê û pirtûka Seyfo ji nû ve nivîsî. Di danasîna kitêbê de tê gotin, “Pirtûka SEYFO dîroka alternatîf e, gelek tiştên veşartî yên derbarê qirkirina gelê Suryanî de eşkere dike. Di sala 1915an de, 14 hezar esker çûne Midyadê. Hewqas esker, ligel çeteyên Kurd, Çerkez, El Xemsîn ku ji diz û kujerên ji girtîgehan hatibûn derxistin, bi efser û topên Elman re, êrîşî gelê Suryanî kirin. Gelê Suryanî li Turabdîn, li Midyadê, Hex, Hezex, Bagok, Zaz û keliha berxwedanê Evertê-Ayinverdoyê berxwedenên dîrokî kirin.”
Gebro mirovekî li deverê naskirî bûye. Bavê wî, Îsa Zette Çelma li dijî eskêren Osmanî tivinga pêşî teqandiye û ligel pismam û xizmên xwe qonaxa hikûmetê girtiye, devê girtigehê vekiriye, Sûyanî û Kurdên girtî rizgar kirine. Ev bûyer di dîroka împaretoriya Osmanî de bê nimûne bû. Tenê piştî vê ne bi gelekî sala 1918´an Elikê Betê jî li Nisêbînê devê girtîgehê vekir.
Ne çîrok e lê dîrok e
Di danasîna kitêbê de tê gotin, “Seyfo, ne çîrok e, dîrok e. Her gotinên Gebro Îsa Zette Çelma, bi belge û dîpnotan hatine dewlemendkirin. SEYFO, ne tenê tunekirina fizîkî ye, tunekirina kulturî û cografî ye. Kurdên li dijî Seyfo derketin, hîna di sala 1914an de hatin girtin. Gelê Sûryanî jî, bi teşqele û derewan parçe kirin û êrîşî wan kirin. Parlamenterên wekî Pirinçîzade Feyzî û meleyên derewîn bûne jeneratorên propagendeya reş, nameyên ku bi zimanê erebî hatibûne nivîsandin, wekî fermana padişah şanî xelkê didan, lê kesên wekî Şêx Fethullah, mele Elî, li dijî wan derketin.
Gebro Îsa Zette Çelma, axayên kurd ku bûne şûrê destê paşayên Osmanî, weke Ibşîr Paşa û “axayên bejik” bi nav dikirin. Ibşîr Paşa, kesên bê xîret û bênamus bûn. Axayên bejik jî, sergerde û serikê çeteyan bûn. Suryanî ne dijminê wan bûn, wan bivir li lingê xwe da, xwe kuştin.
Pirtûka Seyfo, gelek tiştên veşartî yên qirkirina gelê Suryanî li Turabdînê eşkere dike. Balê dikişîne ser giyanê birîndar. Li hemberî dîroka fermî ya dewletê, dîroka alternatîf e. Gebro Îsa Zettê Çelma, dibêje; ´Hîna jî gelek ji Suryaniyên Midyadê, devê çalên xwe venekirine û ava çalan venaxun. Ji ber ku dewletê û çeteyan, Suryaniyên dikuştin diavêtin çalan. Di yek rojê de, li devê mizgeftê nêzî 100 zarokî dibin lingên hespên eskerên suwarî de kuştin, femandarê esker, bi quredaran li serê zarokên birîndar didan û dikuştin. Cihê berên tivingên eskerên Osmanî û çeteyan, di diwarên xaniyên Midyadê de xuya dikin. Dîwarê avaniya Qonaxa Dewletê aliyê başûr ve, ji ber berên tiving û meterilyozan weke tara bêjingê xuya dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN