Ocalan ji bo Suryanan hêvî ye
Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:30
Piştî peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, gengeşeyên ku di çarçoveya hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî de dest pê kirin, didomin. Şandeya Îmraliyê ku hefteya borî bi rêveberên PDK û YNK’ê û rayedarên desthilatê yên Herêma Kurdistanê re hevdîtin kiribû, peyamên girîng dan. Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker, hevdîtinan û hêviyên suryaniyan ên di vî warî de nirxandin. Turker da zanîn ku Suryanî 100 sal in li kêleka Kurdan dijîn û got ku pêvajoyên bi vî rengî ji nêz ve suryaniyan eleqedar dikin. Turker diyar kir ku hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re bendewariyek di suryaniyan de çêkiriye, wekî sazî ew vê pêvajoyê meraq dikin û pêvajoya 2013-2015 an bibîr xist ku ji bo suryaniyan gelekî girîng bûye.
Em ê piştgiriyê bidin
Turker bal kişand ser girîngiya hevdîtinan ji bo suryaniyan û destnîşan kir ku divê Tirkiye rêyeke diyar bişopîne û got:“Di nava civakê de kelecaneke girîng heye û bi taybetî zelalkirina pirsgirêka kurd bandorê li suryaniyên Tirkiyeyê jî dike. Ger ku ev pêvajo bibe sedema aştî û komara demokratîk, beriya her tiştî suryanî wê piştgiriyê bidin. Ji ber ku suryanî gelek sal berê ji welatê xwe koçber bûne. Sedema van koçberiyan siyasî bû. Nêzîkatiyên siyasî polîtîkaya tekparêz a sedsalî ya dewletê ye. Înkarkirin, tekparêzî û tunehesibandin e. Ji roja komar hatiye avakirin heya niha polîtîkayên tekparêz didomin. Ji lew re wê bi pêvajoyeke demoktratîk re suryanî rihet bibin û tew wê vegerin warê xwe. Ger wekî paradîgmaya birêz Ocalan be, wê suryanî piştgiriyê bidin." Turker da zanîn ku armanca suryaniyan hemwelatîbûna wekhev û komareke demokratîk e. Turker got ku suryanî pir qîmetê didin Rêber Abdullah Ocalan û bal kişand ser gotinên Ocalan ên der barê suryaniyan de. Turker anî ziman ku ew wekî saziyên suryaniyan ger derfet çêbibin dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û pirsgirêkan binirxînin û bang kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
MA/AHMET KANBAL