Şêniyên Suryan: Ji Rêber Ocalan azadî
În 28 Sibat 2025 - 03:35
Şêniyên Suryan diyar kir ku ew bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan re ne û gotin:" Divê Rêber Abdullah Ocalan derkeve û dewleta Tirk a dagirker li rêya aştiyê bigere û bi însiyatîfa Rêbertî re be."
Suryanên ji bajarê Tirbespiyê destnîşan kir ku însiyatîfa ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo tevahî gelan dê bibe rêya aştiyê.
Şêniyê bi navê Îsa Denho diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare li Rojhilata Navîn aştiyê pêk bîne û got: “Rêbertî xwedî hêz e ku dikare tevahî pirsgirêkan çareser bike, ev yek di hevdîtinên dawîn de ku pê re hatine kirin, xuya dibe."
Îsa Denho bal kişand ser sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha dom kir: " Ev 26 sal in Rêbertî di zindana Îmraliyê de ye. Divê Rêber Abdullah Ocalan derkeve û dewleta Tirk a dagirker li rêya aştiyê bigere û bi însiyatîfa Rêbertî re be."
Îsa Denho di dawiyê de got: “Gelê Suryan jî bi destê dewleta Tirk a dagirker bi gelek komkujiyan rû bi rû mane. Divê mafê hemû pêkhateyan û gelê herêmê were parastin."
Cêsî Denho jî got: “Ji mafê Rêber Abdullah Ocalan e ku îro di nav gelê xwe de be.”
Cêsî Denho da xuyakirin ku ew wek gelê Suryan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re ne û got: “Kurd û Suryan di dîrokê de bi destê dewleta Tirk hatine qirkirin. Loma mafên wan e ku îro azadî bijîn.”
ANHA/QAMIŞLO / EBAS XELEF