Dixwazin herêmê vala bikin

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 02:05

Dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê bê navber didomîne. Dewleta Tirk her tiştê herêmê wêran dike û bi darê zorê niştecihên herêmê koçber dike. Yek ji wan gelên ku ji êrişan bi bandor bûne, gelê Suryan e. Cîgira Seroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkirdeya Partiya Yekîtiya Suryan Êlîzabet Koriya, Serokê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Bed Nehrîn Yûsif Metî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker axivîn. Êlîzabet Koriya diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tevgerên şewitandin û koçberkirinê li ser gundên Kildaniyên Suryanî yên Aşûrî dimeşîne û got:“Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker herêmê vala bike.”

Yûsif Yaqûb Metî jî anî ziman ku gundên Suryan di bin êrişên dewleta Tirk de ne û got:“Erdnîgariya herêma Suryanî ya ku di bin êrişên dagirkeriya Tirk de ye bi firehî nêzî 200 kîlometre û bi kûrahiya nêzî 50 kîlometre dirêj dibe. Kûrahiya wê nêzîkî 50 kîlometre ye û dikeve bakurê Dohukê û bakurê rojavayê Hewlêrê. Niştecihên vê herêmê, ji aliyê dîrokî ve heta niha ji gelê Keldanî Suryanî Asûrî pêk tê. Çavnebariya Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo axa Iraqê eşkere bû. Ji sala 2018'an ve artêşa Tirk êrişî bakurê Iraqê dike. 20 gundên Suryaniyan ên weke Şeranş, Deştax, Cedîdê û Çelîkiyê rû bi rûyê hovîtiya artêşa Tirk a dagirker dibe. Ev karesateke dermirovî ye û heta niha tê dubarekirin. Xelkê vê herêmê bi dehan caran rû bi rûyê pêkanînên dermirovî yên weke ewlehî, aborî, perwerde, jîngeh, dîrok, şaristanî, pêkhateyên civakî û olî dibin.”

ANF/SEYÎD MISTEFA/QAHIRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.