Dewlet komkujiyê dibe serî
În 14 Çile 2022 - 22:30

- Çetîn Dedeogullari: Destê hin saziyên dewletê jî di nav vî karî de ye, kujer hate perwerdekirin û malbata min tine kirin.
Heyeta Dadgeha doza li dijî qatilên nijadperest ên ku hewl dan malbata Dedeogullari ya Kurd tine bikin, endamên saxfilitî yên malbata Dedeogullari ji hola rûniştinê kire der. Bi helwêsta xwe wê nîşan da ku ew jî ne dûrî dozgeriyê ye û hewl dide ser êrişa nijadperest bigire. Yanî saziyên dewleta Tirk bi biryar in ku vê komkujiya nijadperest, bi bêcezahiştinê bibin serê.
Piştî rûniştina Doza Komkujiya Dedegullari parêzer û xizmên malbatê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji malbatê tekane kesê ku sax mayî Çetîn Dedeogullari jî li civîna li bûroya parêzerên malbatê hazir bûn. Parêzer Abdurrahman Karabûlût di civînê de axivî, bal bire ser komkujiyê û got, di êrişê de 2 kes girtî ne û êrişkar ji bo bikujin bi ser miwekîlên wan de çûne.
Karabûlût got, çi dema ku ew dixwazin êrişkar bêne girtin têne berdan û got, ''Me xwest ku miwekîlên me bêne parastin, lê dozgeriyê têkilî mijarê tiştek nekiriye. Berevajî, êrişkar bi malbatê re têkilî danîbû. Piştî ku du kesan sûc li xwe girt, êrişkarên din hatin berdan.''
Qatil xwedî kirine
Parêzer Atîlla Kart jî ji bo ku Çetîn Dedeogullari ji hêwanê hate derxistin, helwêst nîşan da û got, ''Şandeya dadgehê nekarî kontrolê li rûniştinê û rêveberiyê deyne û bêyî ku hişyar bike, bi rengekî bêhed û neheq hêz bire ser malbatan.''
Kart got, “Kujerê tetîkêş ku xizmê malbata Keleş û Çalik e, yekî tirtire ye. Kujer piştî êrişa 12'ê Gulanê, 2 mehan li otêlên lûks maye, rojê 50-100 hezar lîre xerc dike. 18-20 rojan li otêlê maye. Çûye kampê. Hinan perwerdehiya moralê daye vî kujerê profesyonel.”
Kujer perwedekirî û xwedîkirî ye
Parêzer Hişyar Ozalp jî bal bire ser helwêsta bersûc û mudafiyan û got, “Em pê dizanin ku vê hêz û culhetê ji dozgeran digirin. Du dosya û du îdîaname hene. Di îdîanameya komkujiyê de ku sedema xwe nijadperestî ye, bi rengekî li dijî teknîkê û hazirkirinê, yek carê jî gotina Kurd nehatiye bikaranîn.’’
Çetîn Dedeogullari jî got, ti baweriya wî bi dadmendiyê nameye: “Min 7 kes veşartin û ji vê holê ez hatim qewirandin.”
Dedeogullari di dewamê de got, “Ji bo ku malbatê bi temamî tine bike, kujerek xwedî kirin û 30'ê Tîrmehê şandin, tevahiya malbata min tine kirin.” Dedeogullari got, “Destê hin saziyên dewletê jî tê de heye. Kujer bi zanebûn hatiye perwerdekirin û bi wî malbata min tine kirin.”
Doz hat taloqkirin
Rûniştina doza komkujiya li dijî malbata Dedeogullari ya pêşî ya ku tê de 9 êrişkar tên dadgehkirin, hat taloqkirin.
Li dijî ferdên Malbata Dedeogullari, di 12’ê Gulana 2021’ê de li Konyayê êrişek nijadperest hatibû kirin. Êriş ji aliyê malbatên Çalik û Keleş ve hatibû kirin. Derbarê vê êrişa nijadperest de derbarê 9 kesan de ji ber sûcê “hewldana kuştina bi qestî”, “birîndarkirina bi qestî” û “binpêkirina destnedayîna malê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza êrişê, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat kirin.
Polîsan di rûniştinê de êrişî ferdên malbata Dedeogullari kiribû û dadgehê navber dabû rûniştinê. Piştî navberê, dadgehê tenê destûr da ku parlamenter, parêzer û rojnamevan bikevin hola rûniştinê.
Piştî parastin û rexneyên li helwêsta dadgehê û êrişa polîsan hat kirin, şandeya dadgehê biryara dewama biryara girtina bersûcan da û rûniştin taloqî 11’ê Sibatê kir.
ENQERE















