Erdogan komkujiyeke din kir

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Dewleta Tirk a dagirker di êrişeke li dijî seyrangeha li gundê Perax ê Derkara ser bi Zaxoyê herî kêm 10 welatiyên Iraqê qetil kirin û 25 jî birîndar kirin. PDK´ê vê carê nekarî êrişê rewa bike.  

Dewleta Tirk a dagirker li bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo ve doh piştî nîvrojê komkujî kir. Di encamê de 10 geştiyarên pirraniya wan Ereb, jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn. Dema nûçeya me dihat birîndarkirin, 8 cenaze biribûn nexweşxaneya Zaxo yê.

Êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker doh li gundê Perax ê Derkarê yê Zaxo geştiyarên Ereb topbaran kirin.

Bi 4 guleyan êriş bir ser seyrangehê

Qaymeqamê Zaxo Muşir Beşîr têkildarî komkujiyê agahî dan Rojnewsê û got, di êrişê de herî kêm 8 geştiyarên Ereb hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûne.

Muşir Beşîr got, rewşa 8 birîndaran giran e û li nexweşxaneyên Zaxo tên dermankirin. Di nava birîndaran de jî gelek jin û zarok hene.

Lê Muşir hema piştî vê daxuyaniya xwe, agahiyên xwe nû kirin û da zanîn ku di êrişê de 10 geştiyarên li seyrangeha gundê Peraxê hatine qetilkirin û 25 jî birîndar bûne. 

Muşir Beşîr ragihand ku piraniya geştiyaran xelkê navend û rojavayê Iraqê ne.

Qaymeqamê Zaxo Muşir Beşîr got, artêşa Tirk 4 guleyên topê avêtine gund.

Li gorî çavkaniyan, di dema topbaranê de, balafirên keşfê ya dewleta Tirk li ser herêmê digeriya. 

Berê jî êrişî seyrangehê kiribû

Artêşa Tirk gundê Perexê ev cara sisiyan e di meha Tîrmehê de bi topbaran dike.

Beriya niha jî 26’ê Gulanê li gundê Zêweser ê ser bi bajarokê Bamernê yê Amediyê, bi topan êrişê geştiyarên li seyrangehê kiribû û 2 zarok şehîd kiribûn. Hingê çapemeniya PDK’ê tevî ku şahidan, xelkê deverê û muxtarê gundan got, artêşa Tirk êriş kiriye, hewl da êrişê bixe stûyê PKK’ê. Derketibû holê ku tevahiya hewldanên PDK’ê ji bo rewakirina êriş û komkujiyên dewleta Tirk bûye. Lewma KCK’ê piştî êrişê da zanîn ku hêzên wan li nêzî deverê nebûne.

ZAXO     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.