Plana komployê dewlet anîn gel hev
Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 02:15
- Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya ku bal kişand ser komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan wiha got:” Komploya navneteweyî dewletên Tirk û Yewnan ên ku endamên NATO'yê ne û bi salan e bi polîtîkayên şer tên xwedîkirin anîn gel hev û da xuyakirin ku polîtîkayên van her du dewletan di mijara têkoşîna hevpariyê de tên meşandin.”
ROZA METÎNA / AMED
Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û 4 meh şûn de jî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. 43 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya têkildarî mijarê nirxandin kir.
Adalet bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:”Tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi çarçoveya mafên mirovan û şert û mercên girtîgehê bûye cihê fikaran. Li gel tecrîdê, guhnedana hikûmeta AKP'ê ya bi biryarên Konseya Ewropayê û negirtina ti însiyatîfa mafê hêviyê, dibe sedema binpêkirineke giran a mafên mirovan. Her çend tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi girtina rêyên ragihandinê yên bi Ocalan re û girankirina tecrîdê dixwaze di têkoşîna azadiyê ya bi gelê Kurd re bêexlaqiyê bike jî, gelê me bi çanda xwe ya berxwedanê van hewldanan pûç dike.”
Civîna veşartî
Adalet da zanîn dewlet ji bo berjewendiyên xwe di çarçoveya komployê de hatine gel hev û wiha got:”Gava yekemîn a beriya komployê hat avêtin plana sûîqestê ya li dijî birêz Ocalan bû. Bi vê armancê di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê wesayîteke ku tonek teqemeniya C4 tê de bû li nêzî mala ku birêz Ocalan lê dima hate teqandin. Lê belê birêz Ocalan ji vê sûîqestê rizgar bû. Bi zextên li ser Ocalan re li Sûriyeyê, lingê Yewnanîstanê yê komployê ava bû. Di 9’ê Nîsana 1996’an de Serokwezîrê Yewnanîstanê Costas Simitis û Serokê DYA’yê Bill Clinton li Qesra Spî civîneke veşartî pêk anîn. Simitis di vê hevdîtinê de hevkariya ji bo tasfiyekirina birêz Ocalan qebûl kir û soza piştgirîkirina polîtîkayên DYA’yê da. Yewnanîstanê ku qebûl kir ku beşdarî komployê bibe, bi bikaranîna birêz Ocalan a li dijî Tirkiyeyê armanc kir ku di derbarê Qibris û Giravên Egeyê de ji Tirkiyeyê tawîzan bigire. Komploya navneteweyî dewletên Tirk û Yewnan ên ku endamên NATO'yê ne û bi salan e bi polîtîkayên şer tên xwedîkirin anîn gel hev û da xuyakirin ku polîtîkayên van her du dewletan di mijara têkoşîna hevpariyê de tên meşandin.”
Banga 69 xelatgirên Nobelê
Adalet bi lêv kir ku banga xelatgirên Nobelê ya ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha got:”Banga 69 xelatgirên Nobelê yên ji bo azadiya Ocalan, hesasiyetên civaka navneteweyî radixe ber çavan û her wiha eleqeya zêde ya raya giştî ya ji bo pirsgirêka Kurd û daxwazên çareseriya aştiyane nîşan dide. Bangên bi vî rengî binesaziyê ji bo îtîfaqek di navbera gelan de amade dikin.”
Belavbûna ramanên Ocalan
Adalet bal kişand ser belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:”Belavbûna fikir û ramanên birêz Ocalan a li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê nîşan dide ku ew cihê xwe yê pêşengtiya îdeolojîk didomîne. Ev ispata vê yekê ya zelal e. Ev geşedan nîşan dide ku birêz Ocalan ne tenê ji bo tevgera azadiyê di heman demê de di têkoşîna siyasî û çandî de, ji bo Gelê Kurd, gelên li Rojhilata Navîn, gelên Latîn fîgureke girîng e.”
Çalakiyên li dijî tecrîdê
Adalet bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê tên lidarxistin û wiha pê de çû:”Yek ji armanca çalakiyên li dijî tecrîdê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo famkirina rihê têkoşîn û piştevaniyê ya tevgera Kurd e. Her wiha armanceke dinê jî ew e ku polîtîkayên asîmîlasyon û tundiyê yên li dijî kurdan eşkere bibe. Ev çalakî ji bo balkişandina civaka navneteweyî û ji bo zext li ser Tirkiyeya ku mafê kurdan tune dihesibîne, bê kirin gelekî girîng in.” Adalet da zanîn ji bo tecrîd bi dawî bibe têkoşîneke hevpar lazim e û wiha got:”Ji bo tecrîd rabe divê hem di asta herêmî hem jî di asta navneteweyî de têkoşîneke berfireh a sîvîl, siyasî û dîplomatîk hebe.’’