Pîvana ji bo namzetan

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 30 Adar 2023 - 02:07

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê wê di 14'ê Gulanê de hilbijartin pêk were. Ji bo hilbijartinê jî niha dema destnîşankirina namzetan e. Namzetên ji bo serokomariyê eşkere bûn û niha jî dora namzetên parlamenteriyê ye. Ji bo ku ji Partiya Çep a Kesk bibin namzet, bi hezaran kesî miracaet kir. Lê yek ji wan namzetan ket ber nîqaşê. Ew jî Hasan Cemal e. Gelek kesan li ser medya dîjîtal nerazîbûn nîşan da. Dibêjin ew ne li gorî siyaseta Kurd e û rexne dikin. Lê ji ber ku HDP xwe tenê wekî partiyeke Kurdan nabîne, wê demê ev nîqaş ne di cih de ye. HDP dibêje ez tevahiya rengên li Tirkiyê temsîl dikim. Ji bo vê yekê jî mirov nikare dengê xwe bike. Lê heger hilbijêrên esasî yên HDP'ê li dijî vê biryarê derkevin, wê demê dikeve ber nîqaşê. Ya girîng hilbijêr in. Ji bo vê yekê jî divê HDP guh bide gel. Li şûna ku bi serê xwe namzetan destnîşan bike, divê ji gel bipirse. Dema ku kêmasiyek derkeve jî wê demê berpirsiyarî dikeve ser milê gel.

Li ser meseleya namzetan gelek caran nîqaşên bi vî rengî çêbûne. Ev nîqaş ji bo çend rojan dewam dikin û di encamê de bandoreke mezin li hilbijartinê nakin. Lê ew namzetê ku destnîşan dikin, heger kêmasî û xeletiyan bike, wê demê rexne zêde dibin. Me mînaka Hasan Cemal da. Ji ber ku ev nivîskarê Tirkan, di dema xwe de têra xwe li Kurdan xistiye. Ji bo Kurdan û serokê wan û partiya wan tiştek nemaye, negotiye. Mafê Kurdan jî heye ji ber van daxuyaniyên wî rexneyan bikin. Heger Hasan Cemal bibe parlementerê HDP'ê û bi heman hişmendiyê tevbigere, wê demê pirsgirêk heye. Mesela her kes qala nivîsên Hasan Cemal ên beriya 25 salan dike. Lê ez ê behsa nivîsekî wî yê beriya bi du salan bikim. Bê şert û merc ji PKK'ê daxwaz dike ku dev ji sîlehan berde. Dema ku vê bangê dike jî Rojhilata Navîn dikele. Bandora DAIŞ'ê hê bi dawî nebûye û ji PKK'ê re dibêje sîlehan deyne. Kesekî ku li ser vê fikrê be, wê çawa karibe siyasetê bike? Jixwe, em qala siyaseta di nava HDP'ê de dikin. Li aliyekî di hedefa dewletê de ye û her roj endam û rêveberên wan tên girtin. Hê jî parlamenter û hevserokên berê di zindanê de ne. Şaredariyên wê hatine dagirkirin û hevşaredar girtî ne. HDP ji rêûresmekê tê û li ser mîrateyekê dimeşe. Lewma jî nabe ku erzan bifikire. Heger hilbijêrên HDP'ê ji namzetekî nerazî bin, divê ew nebe namzet. Heger ji hilbijêran nerazîbûn neyê, wê demê pirsgirêk tineye.

Wekî tê zanîn, berê jî mînakên bi vî rengî çêbûn. HDP'ê ji bo destnîşankirina namzetan rêbaza dengdanê bi kar anî. Lê dîsa jî li hin deveran guh neda gel û li gorî xwe tevgeriya. Dibe ku HDP'ê ji van mînakan ders girtibe. Yanî wekî berê dubare nebin. Îro Hasan Cemal were û dema ku sibê şer mezin bibe wê careke din dengê xwe li PKK'ê bike. Çend kesên din bi vî rengî ji HDP'ê bûn parlementer û piştre li ber siyaseta wê rabûn. Dikarin wekî HDP'ê nefikirin, lê nabe ku li ber siyaseta wê jî rabin. Dikarin fikra xwe bînin ziman, lê divê di çarçoveya exlaqî de be. Em jî îro HDP'ê rexne dikin, lê em reş nakin. Em alîgir û dilxwazên HDP'ê ne û naxwazin biryarên şaş bide. Divê HDP guh bide gel û li gorî hilbijêran tevbigere. Ev yek ne tenê ji bo Hasan Cemal e. Ji bo namzetên din jî bi vî rengî ye. Her carê li her bajarî nîqaş çêdibin. Kesên di nava gel de cihê wan heye, divê karibin bibin namzet. Heta niha bi sedan kes ji HDP'ê bûne parlamenter û derbas bûne. Hin ji wan jî pûç derketine û ji rê derketine. Ji bo vê yekê jî divê HDP vê carê baş bipîve, qenc biwezinîne. Yên dilsozê vê partiyê bin, dikarin bibin namzet. Hin pîvanên esasî hene û divê li gorî wan bimeşin. Nabe ku her kes ji HDP'ê bibe namzet. Yên ku karibin li dijî faşîzmê şer bikin û li ber xwe bidin, ew namzet in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.