Li dijî nijadperestiyê alternatîfa çep

În 28 Sibat 2025 - 03:15

  • Yavûz Fersoglu di hilbijartinên Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ku wê di 2’ê Adarê bê lidarxistin de, namzetê parlementeriyê ya rêza 14’emîn e. Fersoglu ji bo li dijî nijadperestî û cihêkariya ku li Elmanyayê pêş dikeve, banga piştgiriyê ya ji Partiya Çep re kir. 

Yavûz Fersoglu di hilbijartinên Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ku wê di 2’ê Adarê bê lidarxistin de, namzetê parlementeriyê ya rêza 14’emîn e. Fersoglu li navçeya Dep’ê ya Elezîzê jidayîk bûye û di temenê biçûk de li gel malbata xwe hatiye Elmanyayê. Piştî perwerdeya tenîsyeniya makîneyê wergirtiye, li zanîngeha Hambûrgê beşa hiqûqê diqedîne. Hîn jî li qada hiqûqê xebatên xwe dimeşîne. Fersoglu dibêje:’’Min li gelek saziyên Kurdistanî hem weke endam hem jî weke rêveber kar kir û hîn jî van xebatên xwe didomînim.’’ Fersoglu demekê alîkarê serokê NAVDEM’ê ku rêxistina sîwan a komeleyên Kurdan a li Elmanyayê ye bû, vê gavê. jî di nava rêxistinên weke ‘Kurdistanhilfe’ ku alîkariya mirovî dide xelkê sivîl û tevgera ‘Defend Kurdistan’ de jî aktîf cîh digre. Herwiha di Partiya Çep de 4 salan Serokatiya Eyaleta Hamburgê pêk aniye, meha Gulanê ya par jî, di hilbijartinên herêmî yên li Hambûrgê ji bo encmûmeniya navçeya Altonê û serokwekîliya koma Partiya Çep hate hilbijartin.

Alternatîfa çep bivênevê ye

Fersoglu îşaret bi wê yekê kir ku li Elmanya rastgiriya tund û nijadperestî her diçe xurt dibe û got:’’Partiya rastgir û nijadperest AfD, li hemû partiyên derveyî Partiya Çep hemû daxwazên xwe ferz dike û dijminahiya li biyaniyan û nijadperestiyê berbelav dike. Ji Keskan heta SPD û CDU’yê partiyên sîstemê, biqasî ku polîtîkayên AfD’ê yên dijî koçberan û cihêkariyê qebûl dikin, ji bo bilindbûna faşîst a rastgir li vî welatî bingehê amade dikin. Di van rojan de li hemberî nijadperstî û cihêkariyê avakirina alternatîfeke çep weke erkeke bivênevê li pêş me ye.’’

Dijberiya şer lewaz bûye

Fersoglu destnîşan kir ku li giştî Ewrûpayê dijberiya şer herdiçe lewaz dibe û got:’’Hikûmeta Federal li aliyekî bû alîgirê şerê li Ukraynayê, li Elmanya tenê partiyek heye ku aştiyê diparêze Partiya Çep e. partiyên din ên weke AfD û BSW ku Sahra Wagenknechtê ava kiriye, herçiqasî îdîa bikin ew aştiyê diparêzin jî, di rastiyê de aştiyê ji bo berjewendiyên xwe dikine amûrek.’’

 Deh hezar kes li bêmal in

Fersoglu îşaret bi bêedaletiya aborî kir û got:’’Li bajarekî weke Hambûrgê ku dewlemend e, deh hezar kes bê mal in û li siqaqan in. Kirêya malan gelekî zêde bûye, ji nîvê zêdetir dahata gel diçe kirêya malan. Banqe, tekel û patron li vî welatî bacê nadin, hemû bar ketiye ser milê, beşê kedkar. Enflasyona ku ji ber şerê Ukraynayê zêde bûye, weke ‘Baca Şer’ avêtine ser milê xelkê.’’

Dersînorkirina 40 hezar kesî kêm dibînin

Fersoglu diyar kir ku li Elmanyayê penaber û koçber weke bizinê gunehbar hatiye ragihandin û got:’’Bi tenê AfD na, hemû partiyên din daxuyaniyên derveyî rastiyê didin û dibêjin ger çiqas zêdetir mirov bên dersînor kirin, wê ewqas mal vala bibin û li qada civakî rehetiyek çêbibe. Di sala 2024’an de li Elmanyayê nêzî 40 hezar kes ji aliyê hikûmeta Keskan û SPD hatine dersînorkirin. Ev li Ewrûpa û Elmanyayê hêjmara herî zêde ye. Partiyên din jî dibêjin ev têrê nake û dixwazin dersînorkirineke hîn zêdetir bê kirin. Daxwazên DYE’yê yên nijadperest, zordest jî ji aliyê van partiyan bûye weke bernameyekê.’’

Em alîgirê koçber û bêmalan in

Fersoglu destnîşan kir ku Partiya Çep li hemberî van hemû pirsgirêkan li kêleka xelkê radiweste û got:’’Ji bo pêşîgirtina kirêya zêde, zêdekirina avahîsaziyê, bendergehan ji veguhestina çekan re bigrin, dahateke adilane pêk bînin, sektorên rayagiştî ku hatine taybet kirin jinûve gelemperî bikin û mafê penaberan biparêzin em têdikoşin. Em ê ji rêgezên xwe tawîzan nedin. Em ê ji alîgiriya xwediyên kedê, yên tune tên hesibandin, koçberên xerab tên dîtin, mirovên li siqaqan mane, ji azadî û aştiyê tewîzan nedin. 

Biryara 2’ê Adarê

Fersogluyê ku bi salane ji bo mafê Kurdan û li dijî qedexeya PKK’ê xebatên aktîf dimeşîne destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya di vê qadê de bidomîne û got:’’Qebûlkirina rastiya Kurdan, nasîna mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û rakirina qedexeya li ser PKK’ê hin ji daxwazên me yên herî bingehîn in. Em ê li dijî krîmînalîzekirina saziyên Kurdan bi berdewamî rawestin.’’ Yavûz Fersoglu destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinên Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ku wê 2’ê Adarê de pêk bên, Partiya Çep wê alternatîfeke xurt pêşkêş bike û banga ‘Ji bo wekhevî, edalet û aştiyê, piştgiriyê bidin Partiya Çep’ kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.