Divê zexta navneteweyî pêk bê

În 10 Çile 2025 - 02:55

Rêveberê Eyaleta Hesen ê Partiya Çep a Alman Jakob Migenda ku di nava heyeta navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re di 3'ê Kanûnê de serî li Wezareta Dadê dabû, nîqaşên li ser pirsgirêka kurd ên bi hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re destpê kirin nirxand. Migenda bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a 25 sal in dewam dike û got ku hikûmet hewl dide dengê ku ji bo pêvajoya aştiyê girîng e dernekeve. Migenda îşaret bi hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re jî kir û got:"Ez girîng dibînim ku em zextên navneteweyî li ser hikûmeta Tirkiyeyê û hikûmetên xwe bikin da ku ji pêvajoya aştiyê re rêyekê bibînin û dest bi danûstandinên rast bikin. Çavê gel li vê mijarê ye. Hevdîtina bi birêz Ocalan re û bandora li ser hikumeta Almanyayê li gorî min girîng e û divê bê kirin."

Berxwedana QSD’ê bibandor bû

Migenda diyar kir ku ji bilî zexta li ser hikûmetê, girîng e tiştên li Kurdistanê diqewimin nîşanî gel bên dayîn û got ku hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan a bi şandeya DEM Partî re girîng e û got ku ev ji bo wî cihê matmayî ne bû, ji lew re gava ew li wir bûne hem parêzer hem jî hevalên wî yên DEM Partiyî di warê hevdîtinê de pir ne bihêvî bûne. Migenda anî ziman ji ber ku piştî demeke dirêj hevdîtin pêk hatiye xweşbîn e û got ku di vir de bandora pêvajoya tevlîhev a li Sûriyeyê û berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê jî heye. Migenda da zanîn ku mafê gelê kurd ê xwerêveberiyê, wekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bibe alîkar ku herêmên din ên Rojhilata Navîn jî aram bibin û got:"Dikare bibe alîkar ku gelên din jî civakên xwe yên demokratîk, jiyaneke aramtir û mayîndetir ava bikin."

Divê muzakereyeke rast bê kirin

Migenda diyar kir ku li bara raya giştî hayjêhebûna di meseleya kurd de zêde bûye û got dibe ku ev yek nîşaneyeke baş be. Migenda da zanîn ku divê li hemberî van hemû rewşên aloz divê pêvajoyeke muzakereyê ya rast bê meşandin û got:"Pêwîstiya me hemûyan e ku em zêdetir zextê li kesên din bikin da ku bikevin pêvajoyeke muzakere ya rast. Çendî hêza me wekî ya we ya li Kurdistana Tirkiyeyê tune be jî, lê em dikarin li vir li ser vê meseleyê biaxivin û zorê bidin hikûmetê." 

MA/HÎVDA ÇELEBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.