Duserî li pêş yekîtiyê asteng e
Duşem 30 Hezîran 2025 - 03:35
Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ku tê payin di 11’ê Mijdarê de bê lidarxistin, tenê 4 meh man. Kurd, hêj jî lihev nehatine ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Nêrînên cuda yên di navbera PDK û YNK’ê de, li pêşiya nûnertiyeke xurtir a gelê Kurd dibe astengî. Ji Zanîngeha Silêmaniyeyê akademîsyen Rûbar Mecîd têkildarî mijarê axivî.
Rûbar Mecîd, bi bîr xist ku di hilbijartinên sala 2008’an ên li Iraq û Herêma Kurdistanê de her du partiyên Kurd bi lîsteyên cuda ketine hilbijartinê û got:“Dixwazin piştgiriya gel bibînin lewma wiha dikin. Heke bi lîsteya hevpar têkevin hilbijartinê, di mijara encamê de wê lihev nekin. Her partî dixwaze bibîne ka çiqas deng standiye û gel çiqas piştgirî daye wan. Lewma bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê. YNK, zêdetir girêdayî biryarên Dadgeha Federe ya Iraqê ye lewma di têkiliyên bi hikûmeta navendî re zemîna yasayî esas digire. Lê PDK serbixwe tevdigere. Ev nêzikatiyên cuda jî dibin asteng ku lîsteyeke hevpar neyê çêkirin.” Mecîd, bi bîr xist ku ne tenê PDK û YNK lê partiyên din ên Kurd jî wê bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê û got:“Tiştekî xwezayî ye bi lîsteyên cuda tev li bibin lê ji bo parastina mafên Kurdan û çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd jî yekitî şert e. Bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê lê hewceye ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê bi hev re tevbigerin. Ev cudahî wê bi xwe re encamên cuda bînin. Belkî ji ber vê sedemê li Herêma Kurdistanê hikûmet nayê avakirin, alî nêzî hev nabin û ev parçebûn heta nava mala Kurdan jî belav dibe.”
Mecîd anî ziman ku divê pirsgirêkên navxweyî yên li Kurdistanê li Bexdayê rê li ber valahiyê veneke û got:“Em dizanin ku di navbera aliyên Kurdistanê de gelek pirsgirêk hene. Divê ev pirsgirêk di nav xwe de bên çareserkirin. Divê em bi yek deng û rengî tevlî siyaseta Iraqê bibin. Da ku helwesta me xurt be. Heke em bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan bûbûyan, em ê di meseleyên siyasî yên li Bexdayê de bêhtir bihêz bûna. Ew ê di mijara demokrasiyê de hinek nêzbûn bi xwe re bianiya. Lê ne di roja me de ne jî di dîrokê de yekitiyeke wiha çênebûye.”
Mecîd, bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên li Herêma Kurdistanê û got:“Em niha li Iraqê bi birayên xwe yên Ereb re ne lê em nikarin daxwazên xwe bikin daxwazên hevpar. Di bingeha gelek pirsgirêkan de jî nebûna sekna hevpar heye. Weke mînak; pirsgirêka mûçeyan, ya petrolê, rêxistinkirina hêzên Pêşmergayan û pirsgirêka cotrêveberiyê. Her çend ji hêla fermiyetê ve ev duserî ji holê hatibe rakirin jî lêbelê di fiîliyatê de didome.”
MA/ZEYNEP DURGUT