Berdêla azadiyê giran e

Duşem 29 Îlon 2025 - 17:00

  • Gazî Feysel Ebû Leyla diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû nirxên mirovahiyê vedihewîne û got, "Weke ewladekî civaka Ereb dikarim bibêjim ku şoreşa me şoreşa mirovahiyê ye."

Şoreşa 19'ê Tîrmehê di heman demê de weke Şoreşa Rojava û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bilêvkirin. Şoreşa ku bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan û birîndaran hate avakirin, ji bo paşeroja Sûriye û Rojhilata Navîn bûye îlham û hêvî ji gelan re.

Feysel Ebû Leyla Minbic sala 2014'an weke ciwanekî Ereb tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû. Di sala 2024'an de di Berxwedana Bendava Tişrînê de birîndar bû û lingekî xwe winda kir. Gazî Feysel qala Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevlîbûna xwe ya li nava refên şoreşê kir.

Feysel Ebû Leyla Minbic anî ziman ku ji bo parastina rûmeta gelên Sûriyeyê ew tevlî nava refên QSD'ê bû û got, "Min fikir û felsefeya Rêber Apo bihîstibû. Şervanan û berxwedana gel bandoreke mezin li min kiribûn. Piştî ku tevlî bûm min li gelek eniyan cih girt. Herî dawî bi daxwaza xwe derbasî herêma Bendava Tişrînê bûm. Min berxwedana bi rûmet a ciwanên Kurd û Ereb bi çavên xwe dît. Bêguman ev wêrekî û îrade bi saya Rêbertî û şehîdan hate afirandin. Di dema berxwedanê de me digot, 'Eger em şehîd bikevin wê hevrêyên me rêya me dewam bikin, wê xwedî li destketiyên me derkevin'. Kes nikare li ber vê baweriyê bisekine."

Feysel Ebû Leyla Minbic diyar kir ku li gel berxwedana şervanên jin û mêr, gelên ji her deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Bendava Tişrînê dihat, hêz û moraleke mezin da wan û got, "Gotina 'Em ji mirinê mezintir in' a Şehîd Zehra û gotina, 'Em ji mirinê natirsin' a şehîd Bavê Teyar di têkoşîna azadî û berxwedanê ya gelan de wê bibin rêber. Di vê pêvajoyê de ez jî birîndar bûm. Dema ku min lingekî xwe winda kir ez gelekî bi bandor bûm. Piştre min got, bila canê min fedaî Rêbertî û şehîdan be. Berdêla azadiyê giran e. Di dawiya azadiyê de ya mirov gazî dibe yan jî şehîd dibe. Her tişt ji bo avakirina jiyaneke wekhev û bi rûmet e. Weke ku Rêber Apo got, 'Gazî şehîdên sax in'. Em gazî jî divê van gotinên Rêber Apo bi cih bînin."

Feysel Ebû Leyla bal kişand ser pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin û got, "Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê firsendeke mezin e. Weke şervan, gazî û gel wezîfeya me ya bingehîn ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rola xwe bi cih bînin. Tenê bi saya fikir û nêrînên Rêber Apo gel dikare xwe ji şer biparêze. Weke ewladekî civaka Ereb dikarim bibêjim ku şoreşa me şoreşa mirovahiyê ye. Hemû nirxên mirovbûyînê di nava xwe de vedihewîne."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.