Divê Iraq li dij Tirkiyeyê ne bêdeng be
Sêşem 30 Îlon 2025 - 15:20
- Parlamenterên Iraqê dan zanîn ku divê Hikumeta Iraqê bêdengiya li dijî êrişên dewleta Tirk bişkîne û bi rêya aborî û dîplomasiyê zextê li Tirkiyeyê bike.
Parlamenterên parlamentoya Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Kurdistanê, axivîn.
Parlamenter Muxtar Musewî ewil axivî û da zanîn ku tevî pêvajoyek aştiyê jî heye, êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê dewam dikin û got; “Ev yek binpêkirina serweriya nîştimanî ye, divê hikumet bêdengiya xwe ya li dijî êrişan dawî bike û ji bo rawestandina êrişan bi rêya aborî û dîplomasiyê zextê li Enqereyê bike.”
Li ser heman mijarê parlamenter Sar Mexîf jî axivî û got; “Helwesta Hikumeta Iraqê ya li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê gelek lewaz e, Bexda dikare bi gelek kartan bersiva Enqreyê bide. Bi taybet jî dosyaya aborî kartek girîng e, ji bo wê bang li Iraqê dikim ku li dijî destwerdanan aboriyê bi kar bîne.”
Parlamenter Sar Mexîf herî dawî jî got; “Iraq ji ber êrişên leşkerî yên dewleta Tirk, di warê ewlekarî û çandiniyê de ziyenek mezin ditiye. Ji ber ku berhemên navxweyî li herêmê têne bombebarankirin û bi awayek berçav kêm dibe.” ROJNEWS / WESAM ZEHRUNÎ-BEXDA