Hawar ji destê van motorsiklêtan!

Sêşem 30 Îlon 2025 - 15:15

  • Motorsiklêtên bê pilake, binpêkirinên wan ên trafîkê û dengê wan yê nexweş welatî jê bêzar bûne. Welatî daxwaz dikin ku li gor yasayê motor werin qeydkirin û kirîn. Berdevkê Trafîka Raperînê Elî Ebdullah jî got: “Her motorsiklêtek bê plake were dîtin, yan jî pîvanên trafîkê binpê bike, wê li gor yasayê were desteserkirin.”

Li Herêma Kurdistanê hejmara motorsiklêtan roj bi roj zêdetir dibin. Vê yekê jî fikarên welatiyan ên li ser karûbarên yasayî yên van motorsiklêtan û bicihanîna pîvanên trafîkê ya ji aliyê ajokarên wan ve zêde kiriye. Her roj li Herêma Kurdistanê qezayên trafîkê rû didin û qurbanî çêdibin.

Welatiyê bi navê Rehîm Necim daxwaz ji hikûmet û aliyên peywendîdar kir ku sîstemek yasayî ya baş ji bo kirîn û firotina motorsiklêtan amadekin û got: “Pêwîste hemû ajokarên motorsiklêtan belgeya ajokariyê hebin, divê motorsiklêt jî li gor yasayê rê bi wan bê dayîn daku li nava xelkê de tevlihevî dernekeve.” Rehîm Necîm diyarkir ku hin ji ajokarên motorsiklêtan bi awayek bê serûber û bêberpirsyar motoran diajon û dibin sedemên qezayan. Rehîm got: “Pêwîste hikûmet bi tûndî nêzî vê yekê bibe. Ger matorsiwar bi berpirsyar motoran bi ajon, wê xelkê bêzar nekin.”

Bê destûr û plake digerin

Li ser heman mijarê Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Raperîn Elî Ebdullah jî got: “Li gor yasayê ti wesayît yan jî motorsiklêtên bê plake yan jî tabloyên demkî li ser neyî yan jî destkarî di plakeyên wan de hatîn kirin, nabe li ser cadeyan hat û çûnê bikin. Ger motorsiklêtek bi vî rengî li ser cadeyê hat dîtin, wê li gor yasayê nêz bibin û dest bi ser de bigrin.” Di derbarê binpêkirinên ku ajokarên motorsiklêtan dikin de jî Elî Ebdullah got: “Mixabin ajokarên motorsiklêtan bi awayek giştî li trafîkan de dema gulupa sor pêketî derbas dibin û diçin. Yan jî gelek ji wan bi xizek zêde hat û çûnê dikin. Cara yekem dest bi ser wan motorsiklêtên ku bê destûr û bê plake ne de tê girtin. Eger plaka wan hebe û pîvanên trafîkê binpê bikin, wê li gor yasayê bên cezakirin.” ROJNEWS/RAPERÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.