Divê Elmanya piştgiriyê bide pêvajoyê

Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:40

Endama Parlamanta Federal a Die Linke Cansû Ozdemîr got, “Em bi taybetî weke Partiya Çep daxwaz dikin ku hikûmeta nû ya Elmanyayê bi erênî nêzikî vê pêvajoyê bibe û piştgiriyê bide.”

PKK’ê bi biryara di kongreya xwe ya 12’emîn a di 5-7’ê Gulanê de pêk hat, xwe fesih kir. Tevî vê biryara fesixkirinê, hevserokê berê yê KCDK-E Yuksel Koç hefteya borî li Elmanyayê bi îdîaya "endamtiya PKK'ê" hatibû girtin.

Piştî ku PKK’ê di kongreya 12’emîn de biryara fesxkirinê da, Elmanya wê çawa nêzî vê pêvajoyê bibe, bû cihê nîqaşê. Endama Parlamanta Federal a Die Linke Cansû Ozdemîr, têkildarê mijarê axivî û destnîşan kir ku firsendeke dîrokî li pêşiya hikûmeta Elmanyayê heye ku tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike. Cansû Ozdemîr, anî ziman ku bi girtina Yuksel Koç re, nêzîkatiya Elmanyayê ya li hember pêvajoyê radixe ber çavan.

Cansû Ozdemîr, diyar kir ku wê du pirsên nivîskî pêşkêşî meclîsa federal kirine û got ku wê li ser helwesta dewleta Elman a li hemberî qedexeya PKK'ê û çawa wê di pêvajoya aştiyê de cih bigire pirs amade kirine. Cansû Ozdemîr got, “Rêxistineke ku fesixkirina xwe ragihandiye hê jî li Elmanyayê qedexe tê hesabandin û li ser vê qedexeyê jî mirov, çalakvan û siyasetmedar tên girtin. Ez vê yekê hiqûqî nabînim.”

Cansû Ozdemîr got, “Em bi taybetî weke Partiya Çep daxwaz dikin ku hikûmeta nû ya Elmanyayê bi erênî nêzikî vê pêvajoyê bibe û piştgiriyê bide. Pêvajoyek destpê kiriye, lê di pêvajoya aştiyê de divê her du alî jî bibin xwediyê heman mafan. Divê her du alî xwedî mafên misoger bin.”

Cansû Ozdemîr, da xuyakirin ku, daxwaza wan a bingehîn rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye û misogerkirina azadiya wî ye. Cansû Ozdemîr, anî ziman ku Rêber Apo berdevkê pêvajoyê ye û fîgurê sereke ye û got, “Tevlîbûna wî ya ji bo pêvajoya aştiyê girîng e.”

Cansû Ozdemîr, diyar kir ku li Elmanyayê bi salan e civaka Kurd tê krîmînalîzekirin, komele rastî zextan tên, xebatên çandî tên astengkirin û got, divê ev nêzîkatî bê guhertin. Cansû Ozdemîr, bi bîr xist ku 2 mîlyon Kurd li Elmanyayê dijîn û got ku ev civak hem di warê aborî û hem jî di warê çandî de alîkariyên girîng dide wî welatî.

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.