Qedexeya PKK'ê divê bi dawî bibe

Şemî 31 Gulan 2025 - 03:20

Parlamenterê Die Linke yê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku eger hikumeta Elman piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be.

Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) Ferat Koçak anî ziman ku weke partî ji xwe ew dixwazin qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin ku Kurdan krîmînalîze dike û wê mijarê careke din bixin rojeva Parlamenta Federal.

Parlamenterê Parlamenta Federal Ferat Koçak destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê gelekî girîng e û divê li Elmanyayê jî gavên li gorî vê pêvajoyê bêne avêtin.

Ferat Koçak diyar kir ku piştî Kongreya 12'emîn a PKK'ê divê qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê bê rakirin û anî ziman ku wê mijarê bixin rojeva Parlamenta Federal. Ferat Koçak got, "Weke Partiya Çep em alîgirê wê yekê ne ku qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê bê rakirin. Em ê li ser vê yekê pêşnûme pirsan pêşkêş bikin. Hikumeta Elman ji xwe diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê. Eger piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê gava destpêkê divê rakirina qedexeya li ser PKK'ê be, li Elmanyayê jî pêvajoya aştiyê pêk bîne."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.