Xelk li dijî PDK’ê bi hêrs e

Duşem 26 Tebax 2024 - 01:35

Li Herêma Kurdistan a Federe di 20'ê cotmehê de hilbijartinên parlamentoyê wê pêk werin. Hilbijartin ji aliyê Lîjneya Bilind a Serbixwê ya Iraqê vê wê bên li darxistin. Amedekariyên hilbijartinan destpêkirinê û wê di 16'ê îlonê de pêvajoya propagandaya partiyên ku wê bikevin hilbijartinê destpê bike.  

Nivîskar û çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku li herêmê dijî û siyaseta herême ji nez ve dişopînê rewşa hilbijartinên herêmê nirxand. Adil Osman anî ziman ku hilbijartin wê di navbera PDK'ê û YNK'ê de derbas bibe. Osman destnîşan kir ku PDK ji hilbijartinê ditirse û got:"PDK naxwaze hilbijartin pêk bên. Ji ber vê çendê jî di asteke nizm de amadekarî kirine. YNK'ê jî ji ber guherînên ku di warê hevsengîya hêzan da pêk tên, dixwaze ku hilbijartin pêk bê. YNK vê çendê di xwe de dibîne ku li beranber PDK'ê serkeftin û destkefteke zêdetir bi dest bixe. Ew dixwazin hêza yekem û serkeftî ya vê hilbijartinê bin."  

Osman diyar kir ku hilbijartin di nav rewşeke aloz de pêk tên û got:"Hilbijartinên din di rewşên asayî de dihatin lidarxistin û YNK, PDK û hêzên din yên sîyasî beşdarî wan hilbijartinan dibûn. Di wan deman da li Kurdistanê piroseyeke dagirkarîyê hakim nebû. Îro dewleta Tirkiyeyê êrîşeke mezin pêk tîne. Heke ku hilbijartin li wan deveran pêk bê jî, PDK dê bi ser bikeve. Lewra ev pirsgirêk heye. Ew cûdahiya sereke ya vê hilbijartinê ya li gel hilbijartinên din. Destwerdana leşkerî ya tirkiyeyê li wir rû dide. PDK jî ji serkeftina di vê hilbijartinê de bêhêvî ye. Ji ber wê jî hilbijartinê bi germahî pêşwazî nake." 

Di berdewama axaftina xwe de Osman destnîşan kir ku ji ber hevkariya PDK'ê ya ji êrişên Tirkiyeyê re gel bi hêrs e û got: "Xelk û civaka başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkariyê disekinin. Rûyê rasteqîn yê PDK'ê jî derketiye holê. PDK li ber çavê xelkê reş bûye û xelk li bendê ye ku di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û dengê herî nizm bi dest bixe. Haya PDK'ê jî ji helwesta gel heye. PDK ji rewşa heyî pir ditirse û naxwaze wiha berdewam bike û YNK di hilbijartinan da bi ser bikeve. Gel li dijî PDK'ê bi hêrs e û dixwazê bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne."

MA/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.