Êrişên şerê taybet in
Çarşem 14 Hezîran 2023 - 14:42
- Mûstafa Karasû:’’Bingeha rexneyên li dijî HDP’ê, bi taybetî bi rêya medyaya dijîtal û di hinek televîzyonan de tên gotin, ne ji bo xurtkirina HDP’yê. Berovajî êrişên şerê taybet in û ji bo qelskirina HDP’ê ne.’’
Karasû di dewama nirxandina xwe de bal bire ser hîmên damezirandina HDP’ê û wiha got;’’Damezrandina HDP’ê li ser feraseta Rêber Apo ya neteweya demokratîk a li dijî netew-dewletê ye, li dijî zîhniyeta dewletparêz konfederalîzma demokratîk derxistiye pêş û li ser vê bingehê di rastiya Tirkiyeyê de çareseseriya xweseriya demokratîk pêşniyaz dike. Rêber Apo derxist holê ku çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê li gorî paradîgmaya civaka ekolojîk a demokratîk a azadiya jinê be. Pêşî rêgeza wê ya felsefî û îdeolojîk, piştre jî xeta rêxistinî û çalakiyê û li ser vê bingehê nêrînên xwe yên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daniye holê. Bêyî ku were zanîn hemû tevgerên Kurd û xeta siyaseta demokratîk a li 4 parçeyên Kurdistanê çawa derketine holê, ne tevgera siyasî ya demokratîk a Kurd û ne jî HDP ku yek ji nûnerên wê yên dawî ye, wê neyê fêmkirin.
HDP tenê partiya Kurdan nîne
Mûstafa Karasû da zanîn ku HDP tenê partiya Kurdan nîne, partiya hemû hêzên demokrasiyê yên Kurd û Tirkiyê ye û wiha dewam kir:’’HDP ne bi tenê partiyeke Kurdan e. HDP partiya hemû hêzên demokrasiyê yên Kurd û Tirkiyeyê, hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên bindest, jin û ciwanan e. Ji vî alî ve nirxandineke şaş e ku mirov HDP’ê tenê weke partiyeke Kurdan bibîne. HDP xwedî gelek pêkhateyan e. DBP jî yek ji wan e. Bêguman bedena civakî ya HDP'ê bi giranî ji tevgera demokratîk a Kurd, lewma jî ji Kurdan pêk tê. Armanca wê demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan e. Ji ber ku pêşniyaza herî bingehîn a vê fikir û xeta siyasî ev e heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe. Ji ber vê yekê jî çareseriya pirsgirêka Kurd yek ji esasên polîtîkaya wê ye.
Divê azadî mayînde be
Karasû destnîşan kir ku ji bo siyaseta qirker a dewleta Tirk ji holê were rakirin, nêzîkbûna herî rast neteweya demokratîk e û wiha got;’’Di encama têkoşîna 50 salan de li Bakurê Kurdistanê jî gelek destkeftiyên girîng derketine holê. HDP armanc dike ku bi fikrî û têkoşîna xwe van destkeftiyan bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad re veguherîne destkeftiyên şênber. Dema ku mijara gotinê dewleta Tirk be, divê mirov ji bîr neke ku polîtîkaya wê ya esas qirkirin e. Rêber Apo bi vê zanebûnê têkoşînek mezin da destpêkirin û esas girt ku hebûna Kurd mayînde bike û azadiya wê pêk bîne. Derketina holê ya fikriyeta HDP’ê jî divê di vê çarçoveyê bê nirxandin.
Demokratîkbûn rizgarî ye
Karasû îşaret bi rexne û gotinên li ser demokratîk bûna Tirkiyê Kudan eleqedar nake jî kir û wiha got;’’Nirxek siyasî yê nêzîkatiyên mîna ku demokratîkbûna Tirkiyeyê me eleqeder nake, nîne. Gotineke vala û demagojîk e. Gotinên ku li qehwexwaneyê werin gotin in. Dewleta Tirk a qirker jî bi têgihiştina ku Kurd wê ji qirkirinê rizgar bibin û bigihijin azadiya xwe, dijminahiya demokrasiyê dike. Ji vî alî ve demokratîkbûna Tirkiyeyê û Kurd li ser bingehê xweseriya demokratîk bigihijin jiyana azad û demokratîk, rasterast bi hev ve girêdayî ye. Fikir û polîtîkayên HDP’ê vê yekê armanc dike. Ji ber vê yekê ye ku zextên giran li ser HDP’ê tê kirin û bi hezaran jê tên girtin. Ji ber ku HDP polîtîkaya sed salan a dewleta Tirk vala derdixîne. Polîtîkaya herî bingehîn a vê dewletê ew e ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bigire û Kurdan tenê bihêle û biçewisîne. Ji ber ku HDP li dijî vê polîtîkayê weke pêngav û darbeyê tê dîtin, weke dijmin tê dîtin. Eger hemû rexne û nirxandinên ku di vê çarçoveyê de li HDP’ê were kirin, watedar e. HDP ji vê felsefe, fikriyat û polîtîkayên li ser vî esasî dûrkirin, dibe ku karê hêzên dijberî HDP’ê û yên dixwazin HDP’ê tasfiye bikin be.
NAVENDA NÛÇEYAN