Li Kîelê navenda piştgiriya jinê

Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 03:10

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê Internationaler Frauenraum Kîel Tîjda, bi piştgiriya Kurdische Kultur Schule e. V. jiyanî bû. Navend armanc dike ku ji bo jinan bibe qadeke hevdîtina civakî, çandî û hunerî. Nêzî 14 mehan berê projeya Internationaler Frauenraum Kîel Tîjda ku pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên dewletê hate kirin û hate pejirandin, bi hewldanên jinên dilsoz hate temamkirin. Odeya jinan ku bi keda mezin a Meryem Yaşar, Hazal û Medyayê rengê xwe girt, ji bo pêşkêşkirina qada hevdîtina jinan a civakî, çandî û hunerî hate pîlankirin. Ev projeya ku di bin siwana Meclîsa Gel a Kurd û bi piştgiriya Kurdische Kultur Schule e. V. ve jiyanî bû, bûye mînakeke xurt a piştgiriya jinê. Ji bo merasîma vekirinê, nûnerên partiyên siyasî yên li Kîelê, rêxistinên civaka sivî û nûnerên Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensbur e. V. ku cara yekem tevlîbûn, beşdarî kirin. Beşdaran soz dan ku li qadên çandî, hunerî û wêjeyî, projeyên hevpar pêşbixin û piştgiriyê bidin. Merasîm piştî axaftinên kurt, bi gotina stranan û gerandina govendê dewam kir. Odeya jinê ya nû, bi mîsyona danasîna çand, huner û wêjeya Kurdî ya ji bo mirovên herêmê, dest bi karê xwe kir. Ev navend ji bo xebatên paşerojê yên di vê qadê de bibe pirek, bû gaveke destpêkê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.