Hilbijartin û çîrokên wê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 5 Hezîran 2023 - 02:56

Di civakan de çîrokên li ser rastî û rabihuriyê, ji rastî û rabihuriyê bi tesîrtir in. Yek ji van çîrokên ku herî zêde tesîr li min kir, çîroka teslîmbûna mîrekî "Galî" yê bakurê Fransaya îro, beramberî artêşa Romayê bû. Li Fransaya îro ew bûye yek ji mîtên damezrîner. Erê min berê jî behsa vê çîrokê kiribû. Çîroka Vercingetorix, behsa hewldanên vî mîrî yên yekkirina eşîretên Galiyan dike. Ew bi ser nakeve. Di şer de jî di dawiyê de teslîmî Sezar bû. Tevî vê jî paşê ew li Romayê hat bidarvekirin.

Mirov dikare vê weke nimûne ji bo çêkirina mîtên damezrîner bibîne. Lê ecêba ecêban ew e, di nava van 9-10 salên dawî de qehremanên Kurdan ên ku her yekî ji wan dikarî bibe mîteke damezrîner, bûyerên dîrokî ku her yekê ji wan dikarî neteweyekê çêke, di nava gazin û bêtifaqiya siyaseta Kurd de hatin jibîrkirin.

Lê gava berê xwe didimê, di hin meseleyan de hin ji siyasetvanên me dizanin van çîrokan çêkin. Sed heyf û mixabin ne ji bo xêr û qenciya civaka xwe, lê belkî ji bo xêr û qenciyeke şexsî yan jî berjewendiyeke siyasî ya teng vê dikin. 

Hilbijartinek di ser me re bihurî. Tevî êrişên dewletê hemûyan jî em dikarin ber dilê xwe xweş bikin û bibêjin, nexşeya Kurdistanê li dijî dagirkeran hîna jî hatiye xêzkirin. Lê belê hilbijartinê nîşanî me de ku haya me ji girîngiya tifaqa Kurdan nîne. Em berê xwe bidin çapemeniya me bi xwe, ji bilî çend îstîsnayan, daxuyaniyên tifaqa hilbijartinê li bakurê Kurdistanê hema hema hîç nehatin dîtin. Di tercîhkirina namzetan de şefafî hîç nebû; dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan hîna ti carî di vê astê de eşkere nebû, lê siyaseta me bi giştî û gelek rûyên çapemeniya me Kurdan jî ev yek xweşik nedîtin û temamê giraniya propagandayê dan aliyê dijberiya Erdogan, bêyî ku hesabê tesîra vê propagandayê li ser dengên ji CHP’ê re biçin bê kirin. 

Axir meseleya çîrokan çawa dibe? Yên jêhatî li ku dibin bila bibin çîrokên xwe çêdikin. Mesela dikarin bibêjin, "min her tişt rast kir, min her tişt rast got, kesî guh neda min, ez rexneyan li xwe digirim, ji siyaseta çalak vedikişim". 

Helbet divê mirov xwe rexne bike, û hevalên xwe jî rexne bike, lê hem usûl û hem jî reng û naverok nabe wiha be. Helbet divê di nava partiyên siyasî de kesên ku ji raya wan pê ve ti fêdeya wan li siyaseta Kurdan nîne, êdî li gorî vê rewşa wan miamele bi wan re bê kirin. Helbet nabe ku tu rabî di ser hesabekî twitterê yê bêhtirî 2 milyon mirov dişopînin, hema hema propagandaya CHP’ê bikî û paşê bibêjî, her kesî şaşî kir, qeweta min têrê nekir ez rastiyê bikim. Helbet mihasebeya wê yekê divê mirov bikin; me bi têkoşînê kiribû ku li Kurdistanê xelk hema hema hîç dengê xwe êdî nedin CHP, lê di vê hilbijartinê de me bi destê xwe CHP vegerand Kurdistanê. Ma ne, kesên ku dengê xwe dan CHP’ê ne ew kes bûn ku berê dengê xwe dabûn AKP-MHP’ê! Li Diasporayê jî encamên li Londonê tenê têrê dikin mirov bibîne, çawa CHP vegeriya nav Kurdan. Ne li xêrê ye. 

Jixwe, tifaqa me Kurdan di şerê li dijî DAIŞ´ê bi xwe de jî bi zor çêbû; em êdî ji hev xef nekin: Berjewendiyên hin aliyên PDK’ê û qismekî mezin ê malbata Barzanî di hevkariya dewleta Tirk de ewqasî gelek in, tifaqa Kurdan jî û xêra li Kurdan jî ne xema wan e. Diyar e bi milyaran dolarên şexsî ji welatekî azad şîrîntir in; ev alî di van hilbijartinan de tevî cehş, sîxûr, MÎT û kontrayan li dijî tifaqa Kurdan heta ku ji wan hat, xebitîn. Xwedê ne pereyên ji Kurdan dixwin û ne jî vê xiyanetê ji wan re bihêle. Lê em ê ne van rastiyan, em ê çîrokên serketî hatine çêkirin bînin bîra xwe. Sermeselê xiyaneta 2017’an belkî bibe "cejneke neteweyî" li Başûr. 

Ji ber wê, dîsa dibêjim, vegotina qehremaniyên bi rastî yên ji Kobanê, heta bi Şengalê, ji Sûrê heta Nisêbînê, bi qasî berxwedana vê kêliyê muhim e. Yan na wê derewên serketî hatine vegotin, ji me re bimînin, ew jî tenê rêya me tarî dikin. Ji ber wê her wiha wê baş be, em ne bi mîtên li ser hilbijartinê hatin çêkirin, lê bi mihasebeyeke jidil û rexne û xwerexnekirineke heq berê xwe bidin hilbijartinê û encamên wê.     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.