Welatê me divê bibe tifaqa me

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:55

Zanîngeha Rojava derçûyên xwe yên destpêkê yên mastirê ji Beşa Zanistên Civakî mezûn kirin. Tevî parastina teza doh, sê tez hatin parastin, sê xwendekarên mastirê serketî derçûn. Ev gaveke dîrokî ye, ji ber ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk, zanyarên xwe bi xwe digihîne û wan mezûn dike. Ev zanyarên hanê wê karibin gihandina nifşên nû yên zanyaran misoger bikin; yanî ew potansiyela wan heye ku welatekî ava, xweş û azad bikin.

Lê helbet lazim e em bi îhtîmam balê bibin ser wê yekê ku ev derçûyên hanê, lêkolînên xwe bi Kurdî dikin, tezên xwe bi Kurdî dinivîsin û parastina wan jî bi Kurdî dikin. Yanî armanca lêkolînên wan bêhtir ew e ku xizmeta xelkê xwe li Rojava bikin. Ev yek, bi rastî jî helwêsteke pîroz e, mirov pê serbilind dibe. 

Ji ber ku rojnameya PolitikAzad jî li Ewrûpa derdiçe, ez ê bangekê li aboneyên wê û kesên wê li ser înternetê dixwînin jî bikim: Hûn jî xwe bidin ber vî barî, hema çi ji destê we hat, hêja ye. Kêm û zêdeya wê nîne, piçûk û mezina wê jî nîne. Sermeselê, heger hûn karibin bikin ku saziyek labaratuwareke ji bo beşê biyolojiyê yan tibê yan jî zîraetê li zanîngeheke li Bakur û Rojhilatê Sûrî ava bike, texsîr mekin, bikin. Yan jî ji we tê ku hûn hin kesan ji bo avakirina xewgehan ji bo xwendekaran qaneh bikin, xwe nedin alî. Yan jî em bibêjin, pisporên hin beşan ên Kurd dikarin û dixwazin hin dersan bidin - çi online û çi jî li cihê cih - wan teşwîq bikin, yan jî hên dikarin xwe bidin mesrefên xwendekarekê, du xwendekaran…

Ev destek û piştgiriyên hanê hem tecrûbeya li Rojava xurt dikin û hem jî dikin ku mamoste û xwendekar jî bêhtir bi sîstema xwe ya zanîngehê bawer bin û karê xwe bêhtir bi eşq bikin. 

Ji bilî mastirê, îsal gelek xwendekar ji bernameyên lîsansê derdiçin. Fakulteya malî û îdarî bi xwendekarên xwe yên derçûyî xizmeteke mezin ji bo saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk dike.

Li Rojava siberoj hêdî hêdî tê avakirin, helbet meseleyên giran hene. Lê gavên tên avêtin ji bo helkirina meseleyên sivik û giran e. Hel û çareya herî mezin jî bêguman ew e ku ciwanên li Rojava bi hêvî bin ku ew ê karibin jiyaneke azadtir û xweştir ava bikin û cihê wan wê di nava vê jiyanê de û di nava civaka ku ew misogerkirî de hebe.  

Ji bo ku ev biqewime, ji çi fikr û hizra siyasî dibe bila bibe, divê her Kurd destekê bidiyê, desteka maddî û manewî. Ev ne ku sloganeke pûç e, em behsa welatekî dikin ku lê zarok ji dergûşxaneyan heta bi zanîngehan bi Kurdî dixwînin, parastina vî welatî divê erka her welatperwerê Kurd be. Li ku dibe bila bibe, ji ku dibe bila bibe û ji kîjan hizra siyasî dibe bila bibe, ji bo me Kurdan divê welatê me bibe tifaqa me.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.