Întelejensiyaya stûxwar û enetelejensiyaya tirkîziman

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 00:08

Dewleta Tirk dîsa êrişî saziyên ziman ên Kurdan kir, mamosteyên Kurdî kirin nezaretê û hepsan. Jixwe, ev çendek e, kar û emelê wê jêbirina çend peyvên bi Kurdî yên weke "pêşî peya" bû. Çima? Çimkî dewleta Tirk dixwaze belav bibe û nasnameya Kurdan li pêşiya vê belavbûnê astengiyeke mezin e. Karekterê nasnameyan ên berxwedana beramberî xisletê vegir ê împeryalîzmê -nexasim ê serdema modernîteya kapîtalîst- tê zanîn. Yanî elaqeya berxwedana Kurdan û belavbûna dewleta Tirk bi amûra tirkbûnê di zik hev de ne, ji hev qut nabin. Ewên ku dibêjin, nasnameya me, zimanê me, kurdbûna me ne muhim in, ya muhim insanbûna me ye, belkî ji bîr dikin ku insanbûn jî taliya talî nasnameyek e û gava yên din ne muhim bin, jixwe ew hîç ne muhim; me delîlên vê di şerên parvekirinê yên împeryalîst de têra xwe dîtin û îro jî dibînin. Gava insanbûn ji bo tinekirina azadî -bê nasname û cihêtî helbet maneya azadiyê jî nîne- û demokrasiyê tê bikaranîn, tişta ku pêşî tine dike, insanbûn bi xwe ye. 

Çima behsa vê dikim? Ji ber ku navmala me muhim e, navê me muhim e, nîşana me muhim e, zimanê me muhim e, çanda me muhim e. Naxwe em ê çawa bibin em? Gava em bibin kesekî din, ti maneya hebûna me gelo dimîne? Carinan bi kelamê û carinan jî bi kirinê mirov dev ji xwebûnê berdide. Yek dermanê tenê yê vê nexweşiya vegir jî dîsa xwebûn e. Ji bo xwebûnê zanîn şert e. Baş e, ev zanîna xwe disipêre fikrê, ma ne bi întelejensiyayekê tê avakirin? Niha em jidil bersivê bidin vê pirsê: Întelejensiyayeke bi israr van xisletên hanê ne muhim bibîne û ne muhim bike û întelejensiyayeke ji ruhê van xisletan fêm neke û wan weke qalibên -di fikrê de dogmayên- hişk û neguher ên kurdbûnê bibîne, gelo dikare bi kêr were ji bo -parastin û xwebûna- civaka ku di nav pençên qirkirinê de ye?

Qismê pêşî, di pêşbirkekê de ye bi întelejensiyaya civaka serwer û desthilat re; dixwaze weke wê bi qedrê wê jî bê zanîn, weke wê miamele pê re bê kirin. Ji gazinên -carinan kirasê rexneyan lê dike, lê esasê wan jî gilî û gazin in- wê jixwe ev helwêsta wê diyar e. Ez pêşniyaz dikim em serê xwe pê re biêşînin ka em çi navî lê bikin; gelo ev întelejensiyayeke Kurdan e yan întelejensiyayeke zimantirkî ye tevî şop û bermahiyên nasnameyeke kurdî? 

Qismê diduyê, meseleya civakbûnê, xisletê nasnameyê yê berxwedana beramberî belavbûna împeryalîst nabîne, nabîne ku gava xisletên çanda xwe ji dest dan, ew ê xwebûn û nasnameya xwe jî ji dest bide. Ji wan, ên herî hişk jî ji ber ku di warê derfetên madî de jî ji çîna navîn in, li Başûrê Kurdistanê zarokên xwe dişînin dibistanên taybet ên ku zimanê wan ingilîzî -carinan Elmanî û Fransî- ye. Li Bakurê Kurdistanê jî ev qismê hanê yê întelejensiyayê ji ber ku şert ne yek in, heman helwêstê nîşan nede jî, ji bo ku zarokên wan li dibistanên hêza mêhtinger serketî bin, girîngiyeke baş didin tirkîzimanbûna wan. Baş e, em çi navî li vî qismê întelejensiyaya xwe bikin?

Bi ya min sedema xwebirêxistinkirina întelejensiyaya miletên bindest, beriya hertiştî xwebûn û manûneman e. Divê ji bo peydabûna întelejensiyayeke civaka demokratîk a Kurdan a ku xwediyê van xisletan e, em serê xwe biêşînin û li serê xweşik bihizirin, ka çima em xwe bi rêxistin dikin -yan jî bi xwerexnekirineke pratîk çima em xwe bi rêxistin nakin? 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.