Aqlê Kurd divê li Rojava vegere

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 20 Gulan 2024 - 17:25

  • Li Rojavayê Kurdistanê, derfeteke zêrîn ji bo miletê Kurd peyda bûye. Lê ev derfet ji ber êrişkariya dewleta Tirk timî bi tehlûkeyan re rûbirû ye.

Yek ji tehlûkeyên mezin ew e ku dewleta Tirk jiyanê zehmet dike û dike ku xelk ji welêt derkevin: Bombebarandin, dagirkerî, reşkujî, ambargo û gelek rêyên din ên zilmê. Wî çaxî divê em jî li rê û rêbazan bigerin da ku vê yekê berepaş bikin. Yanî bikin ku xelk li welatê xwe bimîne û heta mumkin be vegere welatê xwe.
Rêya herî baş a li welatmayînê û vegera welat jî ew e ku welat ewle be û xweşhaliya xelkê lê mumkin be. Heger wisa ye, çima em Kurdên li seranserê dinyayê ji bo ewlebûna Rojavayê Kurdistanê û xweşhaliya xelkê wê hin gavan neavêjin? Esas ti sedem nîne em vê yekê nekin. Muhendîs dikarin zanîna xwe parve bikin, bijîşk dikarin zanîna xwe parve bikin, zanyar dikarin zanîna xwe parve bikin ji bo xweşhaliya xelkê Rojavayê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê jî xelk dikare zextê li hikûmeta xwe bike da ku amborgoya li ser Rojavayê Kurdistanê sivik yan jî sist bike. 
Ev hemû, tiştên mumkin in. Li aliyê din tecrûbeyên xizmetên şaredariyê yên erênî dikarin bi rêveberiya Rojavayê Kurdistanê re bên parvekirin, bi heman rengî bi tecrûbeyên xirab jî şaredariyên gel bên hişyarkirin.
Rêyên avakirina aboriyeke civakî ya xwesertir çi ne, çi nînin, çawa mirov dikare aboriyeke bi vî rengî ne navendî û xweser bi rêxistin bike? Bersivên van pirsan ne tenê li Rojavayê Kurdistanê hene, lê li cem zanyarên Kurd û ne Kurd ên ku li van meseleyan dikolin jî hene.
Wî çaxî siyaseteke Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî lazim e hebe ku vê zanînê bîne Rojavayê Kurdistanê. Gava ev zanîn hate Rojavayê Kurdistanê, hingê rêyên ewlekirina welêt û xweşhalkirina xelkê wê xweştir dibin. Di van rêyên xweş de peymangeh, zanîngeh û derfetên perwerdeyên pîşeyî jî wê karibin vê xweşhaliyê û rewşa ewle misoger bikin.
Ev aliyên hanê bi qasî xurtkirina bergirî û ewlehiya leşkerî muhim in. Lewma gava welatek ji xelkê xwe xalî bibe, êdî ew ne welat e. Tişta sereke ew e ku mirov van pêdiviyan tesbît bike û li gorî van tesbîtan gavên lazim biavêje. Halê hazir jî ji ber rewşa xirab a aborî, ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk yên herî nêzîkî hizirîna li ser van çareyan û bipêşxistina stratejiyên muhtemel, diyar e ku zanîngeh in.
Zanîngeh jî gavên xwe yên herî muhim êdî diavêjin. Pêncşema bihurî xwendekara yekem a mastirê, teza xwe ya mastirê bi awayekî serketî li Zanîngeha Rojava parast û dîplomaya xwe wergirt. Ev gava dîrokî, divê di beşên din ên xwendin û perwerdeya bilind de jî bi pêş keve. Kurdên seranserê dinyayê jî xwedî berpirsiyarî ne ji bo bipêşxistina vê derfetê. Nexasim jî yên xwende, xwedî zanîn û agahdariyên ji bo xweşhalî û ewlehiya Rojava heyatî, lazim e êdî bibînin ku ev berpirsiyariya wan heye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.