Heger welatê min e û şoreşa min e…

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 23 Îlon 2024 - 18:15

  • Baş e, lê ma tiştên besît ên weke xizmetên paqijiya nava kolanan, paqij, xweş û xweşikkirina dibistanan, gelo lazim e ew bi benda saziyên welê ve bên hiştin, ên ku çanda xwe ya dewamê ji Rojhilata Navîn girtine û esas tesîra Baesê li ser wan gelek e? Helbet na! 

Li Rojavayê Kurdistanê piştî 19’ê Tîrmeha 2012’an şoreşeke kurdistanî û her weha ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê bi gewde bû. Ew ji wan modelan e ku dikare ji bo gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî bibe çareserî; qet nebe ew hêza wê ya manewî û felsefî heye. Heta niha bêhtirî 11 hezar mirovên me ji bo vê şoreşê canê xwe feda kirine; ji her çar parçeyên Kurdistanê.

Lê heger şoreş a me ye, lazim e em lê xwedî jî derkevin. Ez behsa xwedîderketineke welê dikim ku karibe hin aktorên şer wan xurt dike, ambargo wan qewîn dike, sînordar bike û civakî jî teşwîq bike welatê xwe, hawîrdora xwe xweş û xweşik bike. Ev jî çawa dibe, li aliyekî xweseriya hilberîna madeyên sereke yên ji bo civakê lazim e: Xwarin (zad, qût tenê nîne ev, ev her wiha her tişta çandî li midbexê lazim jî ye), ava paqij, sotemenî, elektrîk, derman, dibistan, perwerdekirina mamosteyan, firaxên navmalê, firax û dermanên paqijiyê, binesaziya gund û bajaran, rê… Helbet gelek pêdiviyên din jî hene, lê ev ji yên herî muhim in. Ji ber rewşa şer ji van bêhtir mesref li misogerkirina ewlehiyê û amadekariyên şerekî muhtemel ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û aktorên din ên muhtemel ên dagirker diçe û helbet xelk di vê digihîje jî.

Baş e, lê ma tiştên besît ên weke xizmetên paqijiya nava kolanan, paqij, xweş û xweşikkirina dibistanan, gelo lazim e ew bi benda saziyên welê ve bên hiştin, ên ku çanda xwe ya dewamê ji Rojhilata Navîn girtine û esas tesîra Baesê li ser wan gelek e? Helbet na! Ma ji bo ku em dora dibistanekê qirêj nekin, lazim e hinek wê paqij bikin? Ma ji bo ku em pencere û deriyên dibistanên xwe yên ku zarokên me li wan dixwînin, neşikînin lazim e xizmetek hebe? Ma gava em mamoste bin û zarokên xwe bi Kurdî hîn bikin, şert û mercên me çi dibin bila bibin, ji bo ku em hez ji wan zarokan bikin, lazim e meaşekî (rabitekî) zêdetir hebe? Helbet na, em dikarin doza xizmetên baştir bikin û di heman demê de karê xwe baştir bikin. Em dikarin dibistanên xwe paqij bikin, em dikarin wan biparêzin û di heman demê de bixwazin ku mamosteyên dersê didin çêtir bên perwerdekirin. Em dikarin kolanên xwe qirêj nekin û di heman demê de ji şaredariyê bixwazin xizmetên xwe bi rêk û pêk bike. Em dikarin bi exlaq karê xwe bikin û di heman demê ji bêexlaqan jî gazinan bikin, heger lazim be dozan li wan vekin yan jî bidin vekirin. Em dikarin zorê li wan kesan bikin ku ji ber ambargo û rewşa îtîrafpênekirina Rêveberiya Xweser zêde zêde dewlemend bûne ku hin alîkariyên xêrê bikin: Mesela çima hefteyê carekê xwarineke xweş nede şagirtên dibistanên Kurdî? Ma xêrê bike wê çi zirar lê bibe? Yan jî yekî din cilûbergên zarokên feqîr salê carekê bide çêkirin/kirîn? Ma em nikarin vê zorê jî li wan bikin? Ma ne ji ber rewşa ambargoyê û şer dewlemend dibin û jixwe gelekî dewlemend jî bûne?
Heger welatê min e û şoreşa min e, gelek tiştên ku ji bo min baş in û ne lazim e kes ji bo min bike, ez dikarim bikim, hene. Gava min dest pê kir ez wan tiştan bikim, ez nû dibim xwediyê wê şoreşê. Li Qamişlo, li Tirbespiyê, li Girkêlegê, li Dêrikê, li Amûdê, li Dirbêsiyê, li Kobanê, li Hesekê, li her devera din, li gundan û li navçe û bajaran, ez dikarim devê deriyê xwe paqij bikim, ez dikarim kesên ku hema çi di dest de ye diavêje derve hişyar bikim, ez dikarim bikim ku komuna min biryara agahdarkirina zarokan bide, ez dikarim li dibistanan derseke li ser mala min, malbata min û welatê min bidim û tê de zarokan serwext bikim, ka heger ew hawîrdora xwe paqij, xweşik bikin, çiqasî bêhna wan wê fereh bibe. Li komunan mezin, li dibistanan piçûk dikarin hêdî hêdî bibin xwedî exlaqekî civakî yê xwedîderketina welat û şoreşê. Ti sedema maqûl û ti gazin nabe ku pêşiyê li vê bigire. Em ragihandin jî dikarin zextê li sazî û berpirsan bikin da ku ew jî van gavên civakî teşwîq bikin. Ma ne welatê me ye, ma ne şoreşa me ye!? Ma ne lazim e em xweş û xweşik bikin!?  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.