Şahmaran û Nînazû

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:05

Fikra dinyaya binerdê, fikreke kevin e. Nû nîne: Helbet ji temenê me kevintir e, yanî ji çîrokên Mîrza Mieheme û wêde diçe. Lê hebûna dinyayeke binerdê di van çîrokan de balkêş e. Di hinan ji çîrokan de em dibînin ku Şahmaran jî li dinyayeke binerdê de ye. Ev meseleyeke têra xwe bi tefsîlat e û bi nivîseke kurt a quncikê mirov nikare pê dakeve. Lê axir elaqeya "şahmaran" û dinya binerdê jî têra xwe kevin e. 

Em dizanin ku di mîtolojî û diyaneta Sumeriyan de "Nînazû" xwedayekî dinya binerd e. Ew xwedayekî parastinê, yê şer e û di heman demê de jî yê rehetkirina birîn û nexweşiyan [xwedayê kewandinê] e. Dizanim, yên ku ji nav we hinekî Şahmaran nas dikin, ecêbmayî dimînin: Ma ne ev ji xisletên Şahmaran e jî! Çawa, erê eynî wilo ye.

Li gorî gelek şarezayên şaristanî û diyaneta Sumeriyan, Nînazû ji wan xwedayên destpêkê ye ku di nava panteona xwedayan a Sumerî de cihê xwe girtiye, ew di heman demê de xwedayê bajarê Eşnûnna ye jî. Bi her halî, di mîtolojiya Sumerî de Nînazû di heman demê de ew xweda ye ku dexl (ce) ji mirovan re tîne. Nînazû tevî birayê xwe ji çiyayan - gelo peywendiyeke bi Zagrosan re ye? - dexl dibe Sumera ku dexl nas nake. Bi heman rengî ew weke xwedayê diyarkirina sînorên zeviyan jî tê binavkirin.

Axir sembola wî marê bi navê Başmû (ne weke Şahmaran mê ye) ye; seriyekî wî yê margîskan ê bi qiloç heye, bedena wî bi du pençên xurt û du lingên weke yên eylo hatiye texeyulkirin û bi bask e. 

Lê hem ev sembol û hem jî fikra xwedayê maran weke xwedayê binerd û yê kewandinê, diyar e piştî Gudea belav bûye di nava mîtolojiya Sumerî û paşê Akadî de. Gudea ji melikên Gutî ye, yên ku demekê li ser Sumer û Akadê hukim dikin. Em hema bibêje bi ti tiştî li ser wan nizanin. Lê em dizanin ku Babîliyan demeke dirêj ji tevahiya miletên Çiyayên Zagrosê re gotiye Gutî: Ji bo wan xelkê çiyê yê hov, Gutî ne. Axir em dikarin behsa têkiliyeke di navbera gelek xisletên Nînazû û vî/van miletên Çiyayên Zagrosê de bikin. Lê em nikarin bi isehî bibêjin ka kîjan xislet û çawa ji çiyayan daketiya nava panteona Sumerî.

Em bi çend tiştan dizanin, Şahmarana mê, xwediya zanînê ye, ew di heman demê de bi dermanên birîn û nexweşiyan hemûyan [xwedawenda kewandinê] dizane û li dinyayeke binerd xwe ji mirovan dihemîne. 

Beramberî wê, Nînazû ji kurên Enlîl e, weke Şahê Maran tê binavkirin, lê bi xwe ne di dirûvê maran de ye. Li şûna wê, ew desthilat û zal e li ser Başmûyê nîv mar, nîv dehbe û nîv teyr. Ew xwedayê dinya binerd e, ew bi funksoyona xwe ya birina dexl a nava Sumerê xwedayê zanînê ye, û ew eşkere weke xwedayê kewandinê hatiye binavkirin. Em dibînin ku tiştên bi ser hev de diçin gelek in. Ji ber wê ya maqûl ew e ku em qebûl bikin ku ev fîgurên mîtolojîk û funksiyonên wan ên dînî û civakî ji demeke gelekî kevin ve - ji beriya mîladê bêhtirî 2 hezar salan û vir ve - dualî tesîrê li hev dikin.

Ji ber ku xwe nasipêre împaratorî û desthilatên navendî yên weke Akadê, em dikarin lê bihizirin ku di nava fîgura Şahmaran a di nava Kurdan de xisletên civak û diyaneta bi împaretoriyê nebûne, bêhtir in. Lê tesîra împaretorî û fikrên wan ên mîtolojîk û wekî din li ser xelkê din gelek e. Em dîsa dizanin ku xelkê din vê tesîrê gelek caran li rewş û hawîrdora xwe tînin. Hasilî, lêkolîneke xwendekarên Beşa Zimanê Kevnar a Zanîngeha Rojava dikare li ser vê meseleyê be, belkî xwendekarek vê nivîsê bixwîne û biryareke welê bide. Li ber destê wan ji bo zimanê Gutî wê tenê hin nav hebin, lê dibe ku ew bi ser çavkaniyên din ve jî bibin. Çima na!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.