Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:46

Nifir jî carinan têra mirovî nakin da ku mirov bêhna xwe fireh bike li dijminên Kurdistanê. Dijminê xwînxwar, dewleta Tirk bi tevahiya çerxên xwe rabûye û zevî, erd, gund, çiya û daristanên me dişewitîne. Vê carê armanc deverên şên in. Diyar e tolê dihilîne, tola nekarîne qirkirina bi temamî ya miletê Kurd. Navbera Şemrex û Çinarê, devera Omeriya, gundên serxetê yên di navbera Nisêbîn û Hezexê de, Çiyayê Mawa… Hemû dan ber êgir. Kezeba me pê re dişewitîne, xwedê bike kezeba wan dijminan jî bişewite.

Piştî ku di encama van êrişan (ez ê navekî din li wan nekim) bi dehan welatiyên Kurd canê xwe, ruhê xwe ji dest da, dîmenekî li ser medyaya dijîtal hebû, esasê meselê bi çend gotinan rave dikir: Jineke pîr behsa wê yekê dike ku wan hema çawa şewatê dest pê kiriye, xebera rayedaran pê xistiye, lê ew rayedar heta ku "her tişt" neqediyaye, nehatine. Paşê jî bi "teyareyên" xwe li ser wan geriyane: "Ji bo film". Jina pîr di dawiyê de, beriya destê mêrekî biçe ser milê wê ji bo ku nepeyive, dibêje: "Nehatin, dizanîn em Kurd in. Qey dizanîn em Kurd im, lema nehatin."

Erê, dizanîn em Kurd in û bi ser halan de dizanîn ku ew deverên dane ber êgir, deverên îro jî Kurdîaxêv in. Deverên ku Kurdî li gund û nevçeyan li Bakurê Kurdistanê herî zindî, ev dever in. Diyar e ku dewleta Tirk hem tola xwe dihilîne, ji ber ku li gorî dilê xwe nekarî şaredariyan desteser bike, nekarî paşê bi rehetî bi qeyûman wan şaredariyan dagir bike, nekarî êrişa xwe ya qirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê bi ser bixe, nekarî êrişên dagirkeriyê li dijî Rojava li gora dilê xwe bide destpêkirin… Kurt û Kurmancî, dewleta Tirk a qirker nekarî qirkirina Kurdan yanî projeya xwe ya ji sed salan û vir ve bi serketinê tacîdar bike. Li aliyekî tola wê dihilîne, li aliyê din, gundên van deverên Kurdîaxêv û welatparêz, dixwaze bide koçberkirin da ku bi pîlaneke nû ya qirkeriyê, qirkirina sed salan a li dijî miletê Kurd bibe serî.

Qey, belesedem nîne pêr bi şev Eleqemşê ji nû ve da ber êgir. Dibe ku ji bo gelekan ji we Eleqemş ne navekî diyar be. Lê Eleqemş ji bo gelek nifşên Tora Hevêrkan, resmê dewleta Tirk bû. Ez bi gotinên Cegerxwîn bi bîra we bixim:

 

Li gundê Aleqemşê
Ew kom kirin li hewşê
Mêr bi carek girêdan
Bi kindir û bi lêdan
Xort û pîr û kal û jar
Wek êzing û weke dar
Girêdan û dane hev
Di dest wan de nema rev
Hawîr danîn Hûravêj
Ew tivingên dev dirêj
Serdarê wan emir da
Tevan bi hev re berda
Hemî ketin li ser ax
Bi ser hev de bûn kelax.
Gaz berdane ser laşa
Ji nû dan ber manaşa
Heta ko tev bûn arî
Ma kî dikî vî karî?…

Dewleta Tirk dike vî karî. Piştî ku xelkê Torê nîvî bi nîvî bin xet dike, dibêje, "werin Eleqemşê, bext e!" Lê bextê Roma Reş nîne. Ew li wî gundê li ser xetê, li gorî daneyên îro 1224 kesan dikuje: Pêşî bi mîtralyozan li destgirêdayiyan direşîne, paşê jî agir berdide laşên koma kuştî û birîndaran. Roma Reş ji bîr jî nake, pêr gundê Eleqemşê, zeviyên wê careke din dan ber êgir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.