Propaganda 16’ê Îlonê ne

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:45

Amadekariyên ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku wê di 20’ê Cotmeha îsal de were lidarxistin, dibin pêşengtiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de berdewam in.

Berpirsê Ofîsa li Dihokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Xalid Ebas ragihand ku roja 16’ê Îlona 2024’an ji bo destpêkirina propagandayên ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Xalid Ebas destnîşan kir ku dema propagandayan wê heta rojek beriya hilbijartinê ango heta 19’ê Cotmehê berdewam bike.

Her wiha Xalid Ebas da zanîn ku propagandayên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê wê dibin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de were birêvebirin. Hêjayî gotinêye ku pêr Lijneya Ewlekariya Silêmaniyê hinek biryar ji bo kampanyayên ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê derxist. Li gorî vê di xebatên hilbijartinê de wê hemû saziyên hikûmetê bêalî bin û li cihên ku çûnûhatina gel lê heye xebatên hilbijartinê û civînên gel nayên lidarxistin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.