Erdogan bi zora xwe bi ser ket

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 02:59

Di nava mehekê de du hilbijartin li ser hev pêk hatin. Li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê bi milyonan kes çûn ser sindoqan. Bi heman rengî li Ewrûpayê û derveyî Tirkiyê jî nêzî du milyon hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Dema ku mirov li pêvajoya hilbijartinê dinihêre, wekî ku hilbijartin çêbûye û li gorî encaman rêjeyek derketiye holê, xuya dike. Lê ya esasî ev ne encamên rast in. Esas, Erdogan nehat hilbijartin. Erdogan bi zora xwe li ser desthilatdariyê ma. Li gorî qanûnan Erdogan nikarîbû bibe namzet jî. Lê dîsa jî bi zora xwe bû namzet û li qanûnan guhdarî nekir. Çawa ku bi zora xwe bû namzet, bi zora xwe jî bû serokkomar. Heger roja ku namzetiya xwe eşkere kir, nerazîbûn hebûya nedikarî bibe namzet jî. Lê ya rastî muxalefeteke cidî tinebû.

Di 14'ê Gulanê de hilbijartin çêbû û milyonan deng hatin dizîn. Lê muxalefetê dengê xwe li vê yekê nekir. Tenê HDP û Yeşîl Sol Partî nerazîbûneke cidî nîşan da û me tiştekî din nedît. Wekî din ne CHP û ne jî partiyên din dengê xwe nekirin. Heger di 14'ê Gulanê de li dijî encaman derketana û encam qebûl nekiribana, wê tûra duyemîn ji Erdogan re nemabûya. Qebûl kirin û em çûn tûra duyemîn. Di tûra duyemîn de jî Erdogan bi zora xwe bû serokkomar. Di encamên tûra duyemîn de jî hîle û sextekarî derketin holê. Lê Kiliçdaroglû û hevkarên wî dengê xwe nekirin. Wê demê em jî vê bibêjin; heger Kemal Kiliçdaroglû û hevkarên wî cidî ne, wê demê divê tifaqa xwe xurt û berfireh bikin. Dikarin eniyeke mezin a demokrasiyê ava bikin. Bi vî rengî dikarin bersiva faşîzmê bidin. Ma ne her tişt ne hilbijartin e. Yanî heger hilbijartin tinebe wê neyên cem hev? Wê demê niha û di cih de eniyeke demokrasiyê lazim e. Ev eniya demokrasiyê divê li dijî faşîzma Erdogan xwe bi rêxistin bike û têkeve nava xebatan.

Di encama hilbijartinê de Erdogan bû serokkomar, lê ne bi dengekî zêde. Ji ber ku nîvê civakê dengê xwe neda Erdogan. Bajarên sereke yên Tirkiyê ango Stenbol, Enqere, Izmîr, Antalya, Edene, Mersîn û çend deverên din dengên zêde li dijî Erdogan derketin. Li bakurê Kurdistanê jî ji Amedê heta Mêrdîn, Batman, Wan û gelek deveran, dengê xwe nedan Erdogan. Pirraniya dengan ji Kiliçdaroglû re derketin. Jixwe, bajarên esasî û sereke ev in. Wê demê Erdogan çawa bû serokkomar? Heger ji van bajarên girîng û mezin deng ji Erdogan re neçûbin, çawa dikare serokkomariyê bike? Li vê derê gelek nakokî hene. Ew nakokî jî dengên hatine dizîn in.

Encama heyî ya hilbijartinê gelek tişt hînî me kirin. Yek jê her kesî dît ku dîktator bi hilbijartinê naçin. Ji bo têkbirina dîktatoran berxwedaneke berfireh lazim e. Wekî din Kurdan jî xwe îsbat kir û li ser soza xwe sekinîn. Kurdan dengên xwe dan Kiliçdaroglû. Di rewşa faşîzmê de Kurd çûn ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derketin. Bila Erdogan bibîne ku kes ji faşîzma wî natirse. Tevî ewqas girtin, binçavkirin û êrişan jî li Kurdistanê deng ji Erdogan re derneketin. Kurdistanê ji faşîzma Erdogan re got na.

Bi encama hilbijartinê re ji bo Kurdan tiştekî zêde neguherî. Kurd 21 sal in di bin faşîzm û zilma Erdogan de ne. Li dijî vê faşîzmê jî ew çend li ber xwe didin. Bi her awayî fêrî siyaset û stratejiya Erdogan bûne. Bila yên dengê xwe dane Erdogan û yên bûne sedema hilbijartina wî ji xwe re bifikirin. Gelo wê pênc salên din ew çawa bi faşîzma wî re bimeşin? Kurd wê dîsa bi têkoşîn û berxwedana xwe li qadan bin. Kî biçe û were ji bo wan ferq nake. Ji ber ku pergaleke dewletê heye û ev pergal li dijî Kurdan hatiye avakirin. Pergala li Tirkiyê li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Yên di qirkirina Kurdan de polîtîka nemeşînin, nikarin bibin serokkomar. Heger tu di nava wê pergalê de dijminatiyê li Kurdan neke tu nabî tiştek. Erdogan ji ber vê yekê ewqasî li desthilatdariyê dimîne. Gotina destpêkê dîsa dubare dikim; Erdogan nehat hilbijartin, bi zora xwe bû serokkomar.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.