Komîsyon siyasî nêz dibe

În 8 Îlon 2023 - 00:15

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Piştî 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran kes neçar man koçber bibin. Hîn jî di wargehên Herema Kurdistanê yên li Dihokê de bi hezaran Êzidiyên koçber hene. PDK bi zanebûn pêşî li vegera koçberan digire, ji bo di dema hilbijartinan de dengên wargehan li berjewendiya xwe de bikar bîne û weke çekeke siyasî di destê xwe de bigire.

Hilbijartinên  Encûmenên Parêzgehan a Iraqê wê 18’ê Kanûna îsal de pêk were. Lê tê gotin, wê koçberên Êzîdî yên di wargehan de dijîn, li Dihokê deng bikar bînin. Hevserokê Meclisa xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo têkildarî şêwaza bikaranîna dengan di hilbijartinên encûmenan de û siyaseta derbarê Mûsilê û Şengalê de, her wiha çend mijarên di rojeva herêmê de nirxand.

Fîdan li ser Şengalê jî axiviye

Nayîf Şemo serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ya ji bo Iraqê, weke rewakirina êrişên li ser Iraqê binav kir û got: “Rewşeke nû li herêmê rû dide. Di serdana Hakan Fîdan de herçend zêdetir mijara avê û neftê hatibin rojevkirin jî, lê mijar esasî planên nû yên li ser Iraqê ye. Di hevdîtinê de herî zêde mijara PKK’ê hatiye rojevkirin. Dixwazin rewatî bi êrişên xwe yên li ser Iraqê zêde bikin û êrişan rewa bikin.”

Şemo diyar kir ku di hevdîtinên Fîdan de behsa Şengalê jî hatiye kirin û têkildarî mijarê wiha axivî: “Bi hinceta PKK’ê dixwazin êriş li dijî herêma me pêkbînin. Lê herkes dizane yên li Şingalê hatin hedef girtin pêşengên civaka Êzidî yên weke Seîd Hesen û Pîr Çeko û gelek kesên sivîl hatin hedef girtin. Daxwaza wan ew e êrişên xwe zêdetir bikin û fermana ku DAIŞ kir, temam bikin. Lê wisa xuyaye ya dewleta Tirk dixwaze pêk were, Iraq qebûl nekiriye.”

Piştgiriyê bidin hêzên parastinê

Nayîf Şemo ragihand ku herçend alozî hebin jî, civaka Êzîdî xwedî hêz û îrade ye ku li ser piyê xwe bisekine û got;“Hêza me ya niha heyî dikare me ji hemû êrişan biparêze. Ji bo vê divê em weke civaka Êzidî hêza xwe ya parastinê mezin bikin û piştgiriya hêzên xwe bikin. Divê civaka me bizane em ê li gel sazî, rêxistin û hêzên xwe yên YBŞ-YJŞ’ê rê nedin ti plan li ser Şingalê werin pêkanîn.”

Divê bi lezgînî vegerin 

Şemo destnîşankir ku komîsyona Hilbijartinê Bilind a hilbijartinên Serbixwe ya Iraqê ragihandiye, hemû hilbijêr neçarin li parêzgeha ku qeyda wan heye, dengê xwe bikarbînin, derveyî hilbijêrên parêzgeha Mûsilê û got;“Komîsyon yasaya xwe ji bo Mûsilê guhertiye. Ji bo herkesê şerte biçin li parêzgehên xwe dengê xwe bikar bînin, lê ji bo parêzgeha Mûsilê gotine, dikarin yên di wargehan de di cihê xwe de deng bikar bînin. Ev biryareke siyasiye û ne di berjewendiya xelkê Şengalê de ye. Hîn jî hejmareke zêde ya civaka Êzidî di wargehên Herêma Kurdistanê de dijîn. Di hilbijartinên parlementoyê de ji ber hemû dengên wargehan ji PDK’ê re çûn û bi wan dengan karîn kesên ew dixwestin bişînin parlementoyê hilbijartin! Civaka me ya Êzîdî ew dengên ku li bin desthilatdariya PDK’ê de ne, ji dest dan û ev zirereke mezin da paşeroja Şengalê.” Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şingalê Nayîf Şemo dawiyê de bang li koçberên Êzidî kir ku di zûtirîn dem de vegerin ser warê xwe, da ku bikarin xwe ji planên siyasî û leşkerî biparêzin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.