- Pirtûkeke wêneyan a şêwekarê Spanî Pablo Picasso ku ji keça xwe ya bi navê Maya Ruiz-Picasso re xêz kiribû, hate dîtin.
Pirtûkeke wêneyan a şêwekarê Spanî Pablo Picasso ku ji keça xwe ya bi navê Maya Ruiz-Picasso re xêz kiribû, hate dîtin. Picasso pirtûka bi navê “Mirov dikara bi çi awayî xêz bike” ji bo keça xwe ya ku hingê 7 salî bû, hazir kiriye.
Dema ku neviya Picasso Diana Widmaier-Ruiz-Picasso bi xer û perên diya xwe ve dadikeve, çav bi vê pirtûka xêzan dikeve û nîşanî diya xwe dide. Piştî ku Maya Ruiz van xêzan dibîne, hestiyar dibe û dibêje, “bibîranînên min yên zarokatiyê hemû hatin bîra min.”
Picasso di vê pirtûka xêzan de çûk, hesp, kevok, palyaço û gelek tiştên din xêz kiriye. Her wiha wî ji ber çîrokên Ezop yên “Rovî û Tirî” jî çend tişt xêz kirine û keça wî jî ev xêzên wî boyax kirine. Heta di wêneyekî de em dibînin ku keça Picasso 10 puan dane xêzên Picasso û xêzên wî nirxandine.
Hemû berhemên Picasso yên hatine dîtin dê heta 31’ê Kanûnê li Parîsê, li Muzeya Picasso werin nîşandan.
PARÎS