Pêşenga xweparastinê

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 00:24

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Almas Hemîd (48) ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Almas Hemîd dayika 4 zarokan e, bi Şoreşa Rojava re bingehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Efrînê danî. Di sala 2012’an de perwerdeya xweparastinê dît. Piştî Efrîn hat dagirkirin, di Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Şehbayê de cih girt. Almas Hemîd niha yek ji berpirsyarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê ye. Almas Hemîd qala sîstema xweparastinê ya di demên destpêkê de li Efrînê hatî avakirin, têkoşîna xwe û weke jinekê tevkariya xwe ya rêxistinbûna di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, kir.

Almas Hemîd wiha qala wan rojan kir:“Xweparastin çiye, min nedizanî. Piştî perwerdeyeke demkurt, ez derbasî xebatên xweparastina jinê ya li navçeya Mabetayê bûm. Me bi Şoreşa Rojava ya 2012’an re dest bi xweparastinê kir. Di meha Sibatê ya sala 2012’an de, ez bi komeke jinan a ji 12 kesan pêk dihat re beşdarî perwerdeya xweparastinê bûm. Di wan deman de me nedigot, asayîş. Weke perwerdeya xweparastinê dihat zanîn. Bi giştî hêzên xweparastinê hebûn. Di hundirê vê hêzê de jin jî hebûn. Lê belê heta 1’ê Nîsana 2012’an, xweparastina jinê hate avakirin.”

Feraseta mêr hate şikandin

Almas Hemîd ji bo jin xwe biparêze, têkoşîneke mezin meşandiye. Hemîd diyar kir ku ev têkoşîn bêberdêl nebûye û wiha pêde çû: “Dema ez beşdarî xebatan bûm, civak û malbata min dibû asteng. Feraseta ‘mekanîzmaya parastinê karê mêr e’ serwer bû. Malbata min qasî heyvekê hewl da li pêşiya min bibe asteng. Min guh neda nîqaş û krîzên heyî, min wezîfeya xwe ya xweparastinê bi cih anî. Weke jinekê min qebûl nekir îradeya min tune bê hesibandin û ez li ser wezîfeya xwe bûm. Armanca me ya sereke pêkanîna xweparastina civakê ye. Mirovekî ku negihiştibe asta xweparastinê, nikare civakê biparêze. Xweparastin tenê bi çek nabe; encex civak û jina rêxisintkirî, perwerdekirî, zane û têkoşer dikare xwe biparêze. Yanî divê destpêkê di zihnî de xweparastin hebe.” Têkildarî jiyana xwe ya beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê jî got:“Jinê tenê ji bo zarokên xwe nefes hildida û jiyana xwe didomand. Malbateke welatparêz bû, piştgirî dida Têkoşîna Azadiya Kurd lê belê malbateke feodal jî bû. Bi Şoreşa Rojava re deriyên wê odeyê vebûn û ez gihiştim ronahiyê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.